Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê (KON MED) têkildarî êrîşa ku 9’ê adarê li bajarê Hambûrg ê Almanyayê li dijî Dêra “Şehîdên Yehova” pêk hat, daxuyaniyek da.
Daxuyaniya KON MED’ê wiha ye:
“Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne. Em kiryarê vê êrîşê ji ku derê dibe bila bibe, bi tundî şermezar dikin.
Em gelê kurd, li hemberî êrîşên DAIŞ’ê û dewleta tirk ên li ser Kurdistanê heta li Ewropayê jî weke gel, dilê me bi gelê Alman re ye. Gelê kurd bi salan e li dijî terorê têdikoşe. Divê em bi hev re li dijî van êrîşên terorê têbikoşin.
Weke gelê ku bi salan e mexdûrên van êrîşan in em êşa gelê Alman parve dikin û sebrê dixwazin.
Em KON-MED banga xwe ya ji bo têkoşîna hevpar li dijî van êrîşan dubare dikin.”