Berdevkê Rêveberiya Xweser Loqman Ehmê diyar kir ku daxwaza ‘herêma ewle’ ya dewleta tirk, rewşa heyî ya Efrînê ye. Ehmê destnîşan kir ku DYE di navbera Tirkiye û wan de navbeynkariyê dike û got ku dê ferzkirina Tirkiyeyê qebûl nekin
Hewldanên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina bakur-rojhilatê Sûriyeyê didomin. Heyeteke leşkerî ya ji DYE’yê çû Tirkiyeyê, di 5 û 6’ê tebaxê de bi rayedarên tirk re der barê ‘herêma ewle’ de axivî.
Tirkiye ferz dike ku herêm ji çemê Firatê dest pê bike û bigihêje sînorê başûrê Kurdistanê û bi qasî 30 heta 40 kîlometreyî kûrahiya wê hebe û her wiha dixwaze kontrola herêmê di destê wê de be.
Li dijî vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêşniyar kir ku herêmek bi kûrahiya 5 kîlometreyî ya li derveyî bajaran di bin çavdêriya koalîsyona navneteweyî de be û divê Tirkiye di nava herêmê de nebe.
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê der barê mijarê de axivî û diyar kir ku gefên dewleta tirk tiştekî nû nîne û anî ziman ku mebesta dewleta tirk ji ‘herêma ewle’ ya mîna Efrînê ye û wiha got: “Li Efrî bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn, malê wan hatin talankirin, çete li şûna wan hatin bicihkirin û demografiya herêmê hat guhertin. Dinya van tiştan dît.”
Ehmê diyar kir ku ji herêma wan tu gef li Tirkiyeyê nehatiye xwarin, Tirkiye ji bo dagirkirinê li bahaneyan digere û wiha domand: “Welatên ku me bi hev re li dijî DAIŞ’ê têkoşîn meşandin divê vê yekê bibînin û helwestê nîşan bidin.”
Şertên herêma ewle
Di axaftina xwe de Loqman Ehmê bi bîr xist ku ji bo deverek weke ‘herêma ewle’ bê dîtin 3 şertên xwe hene û wiha pêde çû: “Divê herêm ji aliyê gelê xwe ve bê birêvebirin û mirovên koç kirine jî li cih û warê xwe vegerin, jiyana xwe ava bikin. Li herêmên me ev her sê şert hene. Herêmên me ji xwe ewle ne.”
Ehmê destnîşan kir ku li gorî qanûnên navneteweyî sedema avakirina ‘herêma ewle’ ew e ku deverek ji ‘welat an jî hêzên leşkerî yên cîran bê parastin’ e û wiha axivî: “Me tu gef li Tirkiyeyê nexwarine. Ji ber vê yekê jî dema em dibêjin bila herêma ewle ava bibe, mebesta me ew sedem e.”
Amerîka navbeynkariyê dike
Loqman Ehmê bi bîr xist ku şertê wan ê tevlibûna dewleta tirk li nava koalîsyonê li herêma ewle ew e ku dawî li dagirkeriya xwe ya li Efrînê bîne û destnîşan kir ku dê qebûl nekin ku Tirkiye xwe li ser herêmê ferz bike û ev tişt anî ziman: “Di pêşnûmeya me de ev yek heye. Di vê mijarê de DYE navbeynkariyê dike. Hevdîtinên bi Tirkiyeyê re jî bi me re jî didomin. James Jeffrey çend roj berê diyar kir ku ew ê tiştekî ku Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê qebûl neke ferz nekin.”
‘Daxuyaniya Esper erênî ye’
Di berdewamê de Ehmê anî ziman ku ew daxuyaniya duh a Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Esper erênî dibînin û wiha got: “Em vê daxuyaniyê erênî dibînin. Beriya niha jî dikarîbûn helwesteke bi vî rengî aşkera nîşan bidana.”
Berdevkê Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman ku li herêmê metirsiya DAIŞ’ê bi dawî nebûye, têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re tê zanîn û hişyarî da ku ger êrîşek bê kirin dibe ku DAIŞ’iyên li girtîgehan bibin metirsiyek li dinyayê û wiha berdewam kir: “Yek ji armancên êrîşên Tirkiyeyê jî ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê ye. Êrîşeke gengaz dikare bibe sedem ku DAIŞ’î birevin.”
Divê penaberên sûriyeyî li axa xwe vegerin
Her wiha Ehmê anî ziman ku dewleta tirk ji bo dagirkeriya xwe rewa bike argumana ‘em ê penaberên sûriyeyî li wan deveran bi cih bikin’ bi kar tîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser li her platformê dibêje ku divê Sûriyeyiyên li derveyî welat li xaka xwe vegerin. Beriya çend rojan me heman bang kiribûn. Rêveberiya Xweser amade ye ku piştevaniya wan bike ku ji nû ve jiyana xwe ava bikin.” EYN ÎSA