Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Em fikrên azad ên Rêber Apo bi cîhanê tevahî bidin nasîn’

Îlham Mihemed diyar diyar kir ku Rêber Apo fikrên azad pêşkêşî jinan kiriye û bûye sedem ku jin vegerin cewherên xwe yên rast û wiha axivî: “Di heman demê de em fikrên azad ên Rêber Apo bi cîhanê tevahî bidin nasîn. Li ser vê bingehê banga me ji hemû kesên azadîxwaz û saziyên mafên mirovan re ew e ku piştgiriyê bidin hemleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

Di dîroka 15’ê Sibata sala 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî dewleta tirk hat kirin. Ev komplo bi destên hemû dewletên navneteweyî û hêzên hegemonîk pêk hat. 25 sal in Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê dîlgirtî ye û di bin tecrîdeke girankirî de berxwedana xwe berdewam dike. Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Efrîn-Şehbayê Îlham Mihemed bi boneya salvegera 25’emîn a komployê behsa armancên hêzên komploger a bi komployê kir.

Îlham Mihemed diyar kir ku bi riya komployan dixwazin gelê Kurd îmha bikin û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Komploya navdewletî ku di kesayeta Rêber Apo de hatiye meşandin ne ya yekem û ne jî ya dawî ye. Di tevahiya dîrokê de her dem komplo li ser gelê Kurd tên meşandin. Beriya fikir û ramanên Rêber Apo derkevin çend şoreş û serhildan bi pêşngiya rêberên Kurd hatin pêşxistin, bi riya komplo û planan hatin çewisandin û ew kesayet hatin îmhakirin. Lewre komploya li ser Rêber Apo gelê Kurd hedef digre. Her wiha gelek hêzên hegemonîk ji bo tunekirina gelê kurd di nava planan de bûn. Di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de biryar hat dayîn ku gelê kurd bê tunekirin, ji ber vê yekê xwestin serhildanên ku tên kirin bên çewisandin. Bi derketina fikir û felsefeya Rêber Apo careke din gelê Kurd rabû ser piyan û doza ku dixwestin bidin tunekirin, nûjen bû, li tevahî cîhanê belav bû.”

Derbek mezin li armanc û planên hêzên desthilatdar da

Îlham Mihemed behsa belavbûna proje û fikrên li ser neteweya demokratîk kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Daxwazên hêzên komploger ên dixwestin doza kurd tune bikin di dîlgirtina Rêber Apo de pêk nehat, beravojî wê me dît ku ev doz ji Kurdayetiyê derket û bû dozeke cîhanî, di nava gelan de belav bû. Pergala neteweya demokratîk bû projeyek mirovahiyê û tevahî pêkhateyên ereb, ermen, çerkez di nava vê pergalê de hebûna xwe dîtin. Fikir û felsefeya Rêber Apo bi wekheviya gelan û netewaya demokratîk bang dike lewre her mirovek, olek, netewek bindest cihê xwe di nava vê ramanê de girtin. Vê yekê jî derbek mezin li armanc û planên hêzên desthilatdar da û komplo têk çû.”

Li rojavayê Kurdistanê çirûska azadiyê pêket

Îlham Mihemed di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser belavbûna pergala netewa demokratîk li rojavayê Kurdistanê, her wiha êrîşên ku ji bo vê pergalê bidin tunekirin çêdibin û wiha pê de çû: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo li rojavayê Kurdistanê çirûska azadiyê pêket û bi pergala neteweya demokratîk, gel bi hemû ol û mezheban xwe, bi rêxistin dikin. Bi riya êrîşên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digrin û girankirina tecrîdê li zindana Îmraliyê li ser Rêber Apo, tê wateya tunekirina pergalê. Lê wê tu carî negihîjin armancên xwe lewre gelan vê pergalê xistine meriyetê.”

Rêber Apo fikrên azad pêşkêşî jinan kiriye

Îlham Mihemed bang kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çê pêwistî be were kirin û got: “Erka me ya sereke bi taybetî ya jinan ew e ku fikir û felsefeya Rêber Apo bi awayê rast pêk bînin û xwedî li pergala neteweya demokratîk derkevin. Ji ber ku Rêber Apo fikrên azad pêşkêşî jinan kiriye û bûye sedem ku jin vegerin cewherên xwe yên rast. Di heman demê de em fikrên azad ên Rêber Apo bi cîhanê tevahî bidin nasîn. Li ser vê bingehê banga me ji hemû kesên azadîxwaz û saziyên mafên mirovan re ew e ku piştgiriyê bidin hemleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo û sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya tevahî gelan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar