Rûniştina 24’emîn a Doza Kobanê di roja yekemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) HDP’ê jî di nav de 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji Doza Kobanê tên darizandin. Doz bi îdiaya ku van siyasetmedaran fermana çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê dane hatiye vekirin. Rûniştin ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin.
Namzetên parlamenteriyên yên Partiya Çepên Kesk, rêveberên navenda HDP’ê, parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parêzerên endamên ÎHD’ê û OHD’ê rûniştina dozê şopandin.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî neanîn eywana rûniştinê û hin siyasetmedarên girtî yên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn.
Parêzer Kemal Akalin bertek nîşanî şandeya dadgehê da û got: “Çima hûn wisa ecele dikin, min hê jî fêm nekiriye.” Serokê dadgehê jî wiha bersiva berteka parêzer da: “Jiyan kurt e.” Rûniştinê bi vê nerazîbûnê dest pê kir. Serokê dadgehê îfade û belgeyên şahidê veşarî “Yaprak” ku derbarê Ayhan Bîlgen de dabû û li dosyeyê hatine zêdekirin, xwend.
Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di rûniştinê de axivî û têkildarî belgeyên li dosyeyê hatine zêdekirin parastin kir. Demîrtaş bi bîr xist ku derbarê îdiayên Ayhan Bîlgen de biryara neşopandinê hatiye dayîn û serokê dadgehê jî got, “Biryara neşopandinê ji bo me ne delîl e.” Demîrtaş da zanîn ku biryara neşopandinê wek delîl li dosyeyê hatiye zêdekirin û wiha got: “Biryara neşopandinê şandin vê dosyeyê lê di vê dosyeyê de nayê xwendin. Ewraqên hatine em qebûl nakin. Heta niha jêpirsîna me nehatiye kirin. Di rûniştina berê de ji bo amadekirina mutalayê we biryar da. Lê em israra xwe ya ku jêpirsîna bê kirin didomînin. Beriya ku jêpirsîna me bê kirin, mutala bê amadekirin dijhiqûqî ye û kêm e. Çima wê bêyî rizaya me mutala were amadekirin û xwendin? Em dikarin vî bi çi awayî rave bikin.”
‘Bi awayekî vekirî mudaxileyî darazê tê kirin’
Demîrtaş anî ziman ku mutalaya dozê ji bo hilbijartinê hatiye amadekirin û wiha axivî: “Hilbijartin wê di 14’ê Gulanê de bê kirin. Hem doza girtina HDP’ê û hem jî Doza Kumpasê ya Kobanê li gorî hilbijartinê hatine eyarkirin. Erdogan di civîna komê de wiha dibêje, ‘Muxalefeta sereke got, gunehê Demîrtaş çi ye? Berpirsiyariya min li hemberî miletê min pir mezin e û 14’ê Gulanê di vî warî de xwedî girîngiyeke mezin e’. Rêveberiyek faşîst li pêşberî me ye. Bi awayekî vekirî mudaxileyî darazê dike û vê di pratîkê de nîşan dide. Ev kes dibêje, ‘14’ê Gulanê di vî warî de girîng e û ez bang li gelê xwe dikim. Divê hûn di 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin me da ku ew neyên berdan’. ” Em ê vê yekê weke destwerdana darazê binirxînin? We qet nebihîstiye, we nebihîstiye, we wek heyet ji min bihîstiye. Dibe ku ev teorî rast be, eger agahiya me tune be ku ev kes rasterast destwerdana darazê dike. Erdogan bi xwe bang li endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir û got, ‘Hûn çawa dikarin biryara astengkirina alîkariya xezîneya HDP’ê rakin?’ Gelek endamên AYM’ê diyar kirin ku ji aliyê Erdogan bi xwe ve tên tayînkirin. Lê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn a ku di hiyerarşiya dadgehan de ya herî bi îktidar e, bi lêgerîna çalakiyekê şermezar dike û dibêje, we çima di doza HDP’ê de ev biryar da. Siyasetmedarê ku bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dike û îtiraz dike, gazî 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê nake û tiştek nabêje. Dibêje, ‘divê Demîrtaş hikûm bixwara lê hikûm negirt’. Behsa vê dosyeyê dike. Yanî behsa bendewariyên xwe ji her sê dadgerên li hemberî me re dike. Çawa ku li endamên AYM’ê digere û gotinan ji wan re dibêje, têkildarî vê dadgehê jî pêvajo berdewam dike. Dibêje, ‘niha em şopdarê vê yekê ne’. Em dikarin bi bawer bin ku niha Erdogan şopdarê vê yekê ye.”
‘Em gelê xwe vedixwînin ku vê desthilatdariya faşîst di sindoqan de têk bibe’
Demîrtaş gotinên xwe wiha domand: “Endamên AYM’ê ku niha mudaxileyî vê dosyeya kûmpasê nekirin bi endamên HSK’ê re bi rêya kûmpasê rêxistinê ava kirin û mudaxileyî hilbijartinan dikin. Em li benda wê rojê ne. Gelo ma dinya ji siltan Sileymyan re maye ku ji Tayyîp Erdogan re bimîne? Em soz didin we, hûn ê li ser sandalyeya bersûc rûnên. Ji bo ku di zabitnameyan de were nivîsandin vêya dibêjim. Ez wesiyeta xwe derbasî zabitnameyê dikim. Ez gilîkirina xwe derbasî zabitnameyê dikim. Her ku we me li vir girt, we sûc kir. We dîktatorî ava kir. We mudaxileyî referandûmê, hilbijartinan kir. We daxilî darbeyên siyasî yên herî giran kirin û gel perîşan kirin. Tişta ku hûnê bikin wek dadgeran tevbigerin. Ji hilbijartinan re 33 roj man. Em ê li dijî ku hûn li ser wî kursiyî mudaxileyî hilbijartinê bikin bêdeng nemînin. Hûn komploger in. We delîlên sexte xistin dosyeyê. Hûn ew mirov in ku we mudaxeleyî hilbijartinên serokkomariyê kir û we aşkereyî darbe kir. Tu heqê we tune ye ku me sûcdar bikin. Hûn sûcdar in. Ji bo ku we ji Fahretîn Altûn, Erdogan û Bekîr Bozdag fermanê girt. Lê em ê li dadgehên serbixwe hesab ji xwe bixwazin. Em gelê xwe vedixwînin ku vê desthilatdariya faşîst di sindoqan de têk bibe. Em gelê xwe vedixwînin xebatan.”