Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em hemû ciwanan vedixwînin meşa ber bi azadiyê ve’

Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên di çarçoveya bernameya HDP’ê ya bi dirûşma ‘Têkoşîna demokratîk’ de berdewam dikin. Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Betûl Unsal têkildarî xebatên ciwanan ji MA’yê re axivî.

Betûl Unsal ji ewil bang li hemû ciwanan kir ku li dora bernameya  ‘Têkoşîna demokratîk’ kom bibin û têbikoşin. Unsal diyar kir ku ew weke saziyên ciwanên demokratîk û sosyalîst ên li welat, bi ciwanên rêxistinkirî re di çarçoveya yekitiya neteweyî de tên gelhev û hewl didin têkoşîneke hevpar birêxistin bikin.

Polîtîkayên li dijî ciwanan

Unsal da zanîn ku meşa 15’ê hezîranê dê bibe gava ewil û wiha domand: “Em hewl didin bi rêxistinên ciwanan, ciwanên demokratîk, sosyalîst, welatparêz û yên ji bo pêşerojê xwedî gotin in tev li vê têkoşînê bibin. Li ser ciwanên kurd polîtîkayekî gelek tund heye. Bi polîtîkayên şer dixwazin ciwanên kurd apolîtîk bikin. Bi taybet jî li dijî jinên ciwan polîtîkayên cudatir hene. Yek ji mînakên vê jî Gulistan Doku ye. Ji bo teşhîrkirina van kiryaran, hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye.”

Banga ji bo ciwanan

Herî dawî jî Unsal ev tişt anî ziman: “Faşîzma AKP û MHP’ê li ser ciwanan polîtîkayên pir cuda dimeşînin. Divê em van êrîşên mezin baş bibînin. Ji bo vê jî divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin. Lewre em bernameya ‘Têkoşîna demokratîk’ weke meşa ber bi azadiyê ve dibînin. Her ciwanekî ku ji bo pêşerojê gotinekî wî/wê heye em vedixwînin meşa azadiyê.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar