Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em her roj li vir in’

Çalakiyên Nobeta Demokrasiye ku li dijî tayînkirina qeyûman li Amed, Mêrdîn û Wanê hatine destpêkirin di roja 32’yan de berdewam kir. Di çalakiyan de hat gotin ku berxwedan wan tenê bi îro sînordar nîn e, ew her roj li kolan in û xwedî li vîna xwe derkevin

Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûman li Wan, Mêrdîn û Amedê berdewam dike.

Çalakiya Nobeta Demokrasiyê li Amedê bi pêşengiya HDP’ê li Kolana Lîseyê di roja 32’yan de berdewam kir. Parlamenterên HDP’ê, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çiftyurek, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, Nûnerên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar, nûnerên rêxistinên demokratîk û gelek nasnameyên cuda tev li çalakiyê bûn. Dîsa polîsan çalakger dorpêç kirin. Polîsan maşîneyên zirxî û TOMA li serê kuçeyan bi cih kir û li serê kuçeyan rawestiyan. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tîşortên li ser ‘Dest nede vîn û bedena min’ li xwe kirin û dirûşmeyên ‘Em îtîat nakin, bêdeng nabin û natirsin’ berz kirin û hatin qadê. Li qadê stranên kurdî hatin strîn û nêzî 2 saetan çalakî berdewam kir. Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî hat dayîn.

Aktîvîsta TJA’yê Besîre Narîn diyar kir ku têkoşîna wan ne tenê bi îro sînordar e û wiha got: “Em ne tenê îro, her roj li vir in. Destê xwe ji ser jinan bikişînin. Em li vîna xwe xwedî derdikevin. Peyvira hevserokatiyê paşve bidin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku bêdeng nemînin û dawî li vê bê hiqûqiyê bînin.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî anî ziman ku di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînê 3 bajaran kirin û darbeya siyasî pêk anîn û wiha domand: “Beyî delîlan li 3 bajaran vîna gel hat xespkirin. Dema qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê kirin di nava 2 sa û nîv de me dît ku çawa şaredarî talan kirin. Vîna gel tune hesibandin. Qeyûm navê neheqî û bê hiqûqiyê ye. Em pergala hevserokatiyê diparêzin. Em parazvanên destkefityên jinan in. Em diqîrin û dibêjin pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e.”

Guven: Tişta we ditirsîne çi ye?

Nobeta li Mêrdînê jî di roja 32’emîn de berdewam kir. Polîsan bi hinceta dirêjkirina qedexeya “çalakiyan” a Walîtiya Mêrdînê, avahiya HDP’ê ya bajar dorpêç kirin. Ji ber vê sedemê HDP’iyan çalakiya xwe li ber avahiya HDP’ê ya bajar li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven tev li çalakiyê bû û axaftinek kir.

Guven diyar kir ku li her derê bi dorpêça polîsan tê xwestin ku dengê HDP’ê bibirin û wiha got: “Em dipirsin ev tirsa çi ye? Tişta we ditirsîne çi ye? Çima dema ku HDP û kurd diaxivin hûn ditirsin? Hûn çima dora me dorpêç dikin? Hûn çi dikin bikin, em ê heqîqetê biqîrin. Em rastiya ku bi polîtîkayên ewlehiyê ev pirsgirêk çareser nabe biqîrin. Gelê kurd têkoşîna ku li dijî Dehaqê zalim daye dê li dijî we jî bide.”

‘Pêşî demokratîk bûn’

Di axaftina xwe de Guven daxuyaniyên desthilatê yên têkildarî CHP’ê jî nirxand û axaftina xwe wiha domand: “CHP ne zelal e. Heta ku dengê xwe li dijî tundiyan bilind neke siûda wê ya ku bê ser desthilatê tuneye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwîstiya lezgîn e. Dê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re pirsgirêka kurd di nav xwe de çareser bibe. Ji ber vê yekê tişta ku em dixwazin bikin jî demokratîkbûn e. Di rewşeke wiha de dê dayik ji bo çareseriyê neyên ber derê HDP’ê. Wê demê dayik neçar nemînin ku zarokên xwe winda bikin.”

Her wiha Guven anî ziman ku kesên ji hesin bitirsin nikarin li trênê siwar bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em lê siwar bûne û ev trên niha gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Di dîrokê de kesên di polîtîkayên ewlehiyê de israr kirine çûne sergoyên dîrokê. Lê gelan li cihên xwe jiyana xwe domandine. Heke darizandineke bê kirin divê kujerên Roboskî, Dayika Taybet û Jêrzemînên Cizîrê bên darizandin.”

‘Medyaya alîgir nûçeyên derew çê dike’

Bi heman armancî nobeta li Wanê jî di roja 32’yan de dewam kir. Çalakî li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê pêk hat û parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdar bûn.

Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bîlbûl ku di nobetê de axivî, destnîşan kir ku medyaya alîgir her roj derbarê tayînkirina qeyûman de nûçeyên derew çêdike û ev tişt anî ziman: “Medyaya wan dibêje ‘şaredariyan pere şandiye çiyê.’ Bi tu awayî ji şaredariyan pere neçûye çiya. Medyaya alîgir jî vê dizane. Ew ji me re dibêjin ‘dabeşkar.’ Em partiyek ku dixwazin gelên Tirkiyeyê di siyaset, jiyanek civakî û çandê de, wekheviyê, edalet û azadiyê de bînin ba hev. Belê niha rast e em dabeşkar in. Me AKP’ê dabeşî sisêyan kir. Li aliyekî Ahmet Davutoglu, li aliyekî Alî Babacan û li aliyekî jî Recep Tayyîp Erdogan. Di vî warî de hûn dikarin ji me re bêjin dabeşkar.”

Piştî axaftina Bulbul girseyê 10 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiya rûniştinê de welatiyan stran gotin û bi dirûşmeyan tayînkirina qeyûman şermezar kirin. AMED / MÊRDÎN / WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar