Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Pazartesi - 16 Eylül 2024

‘Em hesreta guhdarkirina dengê Nûdem in’

Xwişka nexweşa girtî Nûdem Dûrak, Aynûr Ozar diyar kir ku li girtîgehan li ser girtiyan tecrîdek giran pêk tê û wiha got: “Ez bang li hunermendên tirk, kurd dikim. Bila piştgiriyê bidin Nûdem. Bila Nûdem bê berdan. Bila Nûdem stranên xwe bêje. Em hesreta dengê wê ne.”

Li girtîgehan binpêkirinên mafan û zext her diçin zêde dibin û herî zêde jî girtiyên nexweş bi bandor dibin. Yek ji girtiyên nexweş hunermend Nûdem Dûrak a di 2015’an de li Şirnexê hat binçavkirin û girtin. Nûdem ku li girtîgehên Amed û Mêrdînê ma, piştre sirgûnî girtîgeha Bayburtê kirin. Nudemê nexweşa graves (guatra jehrî) ye. Xwişka wê Aynur Ozar der barê rewşa xwişka xwe de axivî.

Aynûr bal kişand ser nexweşiya Nûdem û da zanîn ku dermankirina wê qels dimîne û wiha pê de çû: “rojekê gotin ceza ji Nûdem re hatiye. Ez matmayî mam. Nûdem kesek ku ders dida. Min got ev çi cezaye. Wê demê rewşa malbata min nebaş bû. Nikaribûn piştgirî bidanê. Nikaribûn esntruman bigirtana. Bi gulîska dayika min ji xwe re gîtar girt. Piştre ceza lê hat birîn û hat girtin. Birin girtîgeha Mêrdînê. Em diçûn hevdîtina wê. Piştre birin girtîgeha Bayburtê. Ji bo zilmê li me bikirin birin wir. Dayika min nexweşe. Ji lingê xwe emeliyat bûye. Nikare rêwitiyê bike. Nûdem ji ber nexweşiyan rojên zehmet dijî. Em dixwazin Nûdem bê berdan. Nexweşiya giran a guatrê pê re heye. Dermanên didinê wê başnakin. Dermankirina wê qels dimîne.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Aynûr diyar kir ku zilm li girtiyan tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez piştgiriyê didim dayikên li ber girtîgehê tên gel hev. Ji bo zarokên xwe nobetê digirn. Bila dawî li vê îşkenceyê bê. Bila zarokên wan bên berdan. Dayik ji bo vê têkoşînê didomînin. Li girtîgehan tecrîdek giran heye. Divê ev tecrîd bişkê. Ez bang li hunermendên tirk, kurd dikim. Bila piştgiriyê bidin Nûdem. Dengê Nûdem dengekî bi nirxe. Yên dengê wê bibihîzin wê bixwazin bê berdan.”

Aynûr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji roja birine Bayburtê em nikarin biçin bibînin. Bila Nûdem bê berdan. Bila Nûdem stranên xwe bêje. Em hesreta dengê wê ne. Ez bang li kesên ku cezayê wê erê kirine dikim. Bila destê xwe bidin ser wijdana xwe. Nûdem birin Baybûrtê. Em nikarin biçin û bên. Di her alî de me dide zorê. Bila Nudemê berdin, bernadin jî bila bînin cihekî nêz.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar