Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Em hêz û wêrekiya xwe ji Rêber Apo digirin

Jinên Wargeha Mexmûrê yên beşdarî Nobeta Azadiyê bûn, bal kişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser RêberApo û gotin: “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşîn û serkeftinê misoger bikin. Em hêz û wêrekiya xwe ji Rêber Apo digirin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 25’ê Adara 2021’an vir ve bi tu awayî agahî ji Rêber Apo û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê tên ragirtin, nayê girtin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20’ê tirmeha sala 2023’yan de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Jinên ku beşdarî Nobeta Azadiyê bûn, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo de axivîn.

Çalakvan Wesîle Çelebî, diyar kir ku di şexsê Rêber Apo de tevahî gel tê tecrîdkirin û got: “Ger em wek gelê Kurd nebin yek, em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Rêbertî gelek girîngî dide jinan, divê em jî wek jin û dayikên Kurd xwedî li Rêberê derbikevin. Hêviyên me ji tu kesî nîne. Rêberê me rêberek heqîqetê ye û pêwîste xwedî li heqîqeta xwe derbikevin. Di şexsê Rêber Apo de tevahî gel tê tecrîdkirin. Em hêz û cesaret ji Rêberê xwe digrin. Em wek jinên Kurd xwedî hêz û îradeyek mezinin û divê em bivê hêz û îradeyê azadiya fîzîkî ya Rêberê misoger bikin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşîn û serkeftin wê ya me be.”

Çalakvan Ezîze Sêrtî jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Rêbertiya me ev 25 salin di girtîgehê de ye û ev 4 salin bi tu şêweyî em agahî jê nagirin. Ne malbat û ne jî parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Mafê her girtiyek heye ku li gel malbat û parêzerên xwe hevdîtinê pêkbîne, lê tu maf ji bo Rêberê me derbasdar nîne. Dewleta Tirk di şexsê Rêbertiya me de tecrîdek giran li dijî tevahî gelê Kurd dimeşîn e. Îro hemû girtiyên azadiyê di bin tecrîdek giran de ne. Gelê Kurd îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyan de ne.”

Ezîze Sêrtî diyar kir ku ew ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşîn û wiha got: “Çalakiya Nobetê ya ku me li Mexmûrê dayê despêkirin jî, bi biryardariyek xurt berdewam dike. Em wek gelê Mexmûrê heta ku Rêbertiya xwe azad nekin, wê çalakiyên me bidome. Ji bo Rêbertî çi ji me bê xwestin em ê bikin.”

Ezîze Sêrtî di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê kurd kir û wiha got: “Tevahî cîhan ji bo Rêber Apo xwe bêdeng kiriye. Ji bo gelê kurd wijdana tu kesî nemaye. Yên ku îro xwe wekî parêzvanên mafên mirovan bi nav dikin, bêdeng in. Divê êdî gelê kurd xwedî li xwe û Rêberê xwe derbikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar