Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em hêza xwe ji mîrateya berxwedanê ya 43 salan a PKK’ê digirin’

Gerîlaya YJA Starê Rûken Serhed diyar kir ku ji mîrateya berxwedanê ya 43 salan a PKK'ê hêzê digirin û wiha got: “Bi vê hêz û manewiyatê em dixwazin dahatuyeke azad ava bikin. Gerîlayên PKK'ê xwedî îdîayeke mezin in. Îdîaya gelê kurd mezin e.”

Gerîlaya YJA Starê Rûken Serhed der barê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê de axivî û diyar kir wan dîroka berxwedanê ya 43 salan a têr û tije li pey xwe hiştine û sala nû ya PKK’ê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel û hevrêyên xwe pîroz kir.

Serhed diyar kir di nav 43 salan de hem di dîroka gelê kurd de û hem jî di dîroka sosyalîzmê de PKK bûye xwedî cihekî girîng û wiha got: “Em dikarin bibêjin me jiyaneke nû, jiyaneke sosyalîst a alternatîfî pergala kapîtalîst ava kir. Hemû cîhan bi heyranî berê xwe daye vê jiyanê, gelê me, partiya me û jiyana gerîla. Em jî bi heyraniyeke mezin li berxwedana gelê xwe dinêrin. Bi salan e zilm û zordariya mêtingeran li ser gelê me ye; li gel vê jî berxwedanî heye, li qadan, meydanan tim çalak in. Em gerîla jî bi moralekî geş li gelê xwe dinêrin. Ev bi keda Rêbertî, şehîdên me û gerîlayên li serê çiyan e.

Îro rewşenbîr, feylezof, tevgerên sosyalîst destekê didin partiya me, Rêbertiya me. Em dikarin bibêjin çavê mirovahiyê vebû, yên ku dixwazin divê şoreş çawa be yan jî civakeke dagirkirî çawa zincîrên mêtingeriyê dişikîne, ji bo vê şerekî çawa dide, li dîroka têkoşîna azadiyê ya PKK’ê û niha dinêrin. Ên ku serkeftina PKK’ê nedîtin, kor man tenê hêzên mêtinger û faşîst in. Faşîzma AKP-MHP’ê naxwaze vê bibîne. AKP-MHP bi vê korbûnê rastiya xwe, serneketinya xwe nabînin, bi vê jî namînin êrîşên dermirovî tînin.”

Berxwedana gerîla

Serhed bal kişande ser berxwedana li Qadên Parastinê yên Medyayê û wiha domand: “Bi berxwedana Mam Reşo, Zendûra, Werxelê û Qertalê ruhek hat avakirin. Ev jî nîşan dide çendî wext di ser re here jî ev ruh kevn nabe, geş dibe. Dijmin divê zanibe li nav gelê kurd, li nav şervanên azadiyê yên PKK’ê rawestan, westan nîne. Xasma jî li nav gelê me yê li Bakur ev rewş çênebû. Li Bakur her demê binçavkirin, îşkence, zindan heye lê berxwedan tim dom kir. Gerîla li gel hemû êrîşan, kîmyewî jî bi coşî û moraleke geş, bi berxwedaniya xwe êrîşên dijmin pûç dike.”

Îdîaya gelê kurd mezin e

Gerîlaya YJA  Starê Rûken Serhed diyar kir ku ew ji mîrateya berxwedanê ya 43 salan a PKK’ê hêzê digirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê hêz û manewiyatê em dixwazin dahatuyeke azad ava bikin. Gerîlayên PKK’ê xwedî îdîayeke mezin in. Îdîaya gelê kurd mezin e. Em bawer dikin di sala 44’an a damezirandinê de em ê ber bi serfiraziyê ve biçin. Bi vê serfiraziyê em ê Rêbertiya xwe ji hêla fizîkî ve azad bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar