Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Em ji bo azadiya Rêbertî û gel têdikoşin’

Gerîlayê HPG’ê Rênas Cûdî diyar kir ku tu tişt li hemberî daxwaz û îradeya gel nikare bibe asteng û wiha axivî: “Gel sozek daye ku bi vê şoreşê re bimeşin û pêre heya dawî dimeşin. Dema em jî vê biryardariyê di gelê xwe de dibînin em hîn bêhtir bandor dibin. Em ji bo azadiya Rêbertî û gel têdikoşin.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi damezrandina PKK’ê re deriyê azadiyê li gelên cihanê vekir. Îro li seranserê cihanê Rêber Apo û  PKK tên naskirin. Hemû kesên li dijî vê pergala kapîtalîst in berê xwe didin nav refeên gerîlayên azadiyê. Ji van neteweyan yek jê gelê ereb e. Gerîlayê HPG’ê Rênas Cûdî yê ji gelê ereb têkildarî tevlîbûna xwe ya nava refên azadiyê de axivî.

Gerîla Rênas bal kişand ser zilma ku ji aliyê pergala Baas û çeteyên DAIŞ’ê ve li ser wan dihate kirin û wiha got: “Ez ji gundewarên bajarê Hesekê me. Sala 2014’an min partî nas kir. Ji aliyekî de zexta ku hikûmetê li ser me dikir hebû, ji aliyê din de jî zora DAIŞ’ê. Dixwestin 24 saetan koletiyê li ser me ferz bikin. Ji ber van sedeman naskirina Partî bala min kişand. Me dît ku çawa jiyana partî ji jiyana wan cûdaye. Di nava jiyana PKK’ê de meşandina desthilatê, koledariya li ser gelan tune ye. Bi van dîtinên xwe re min biryar da ku ez tevlî refên şoreşê bibim. Bi tevlîbûna xwe re min gelek bandoriyên mezin li ser kesayeta xwe dîtin.”

Rastiya sereke fikrê Rêber Apo ye

Gerîla Rênas Cûdî qala bandorên ku di nava hêzên gerîla de li ser wî avakirine kir û wiha axivî: ‘’Bêguman di serî de hinek zehmetî derdikevin, lê bi perwerdeyan re mirov wan zehmetiyan jî dibihurîne. Bi dahûrandina ji civaka ereb re, min biryar da ez bibim têkoşerekî şoreşger. Bi demê re gelek bandoriyên min yê ji kesayetên hevalên kadro jî çêdibû û min di sala 2022’yan biryar da ez soza xwe ya kadrobûyînê bidim. Di nava vê şoreşê de ez rû bi rûyê gelek bandoriyan hatim, rastiya sereke fikrê Rêber Apo, piştre jî hevalên şehîd ên ku canê xwe ji welat re feda kirine.”

Gerîla Rênas Cûdî dilşadiya xwe ya derketina serê çiyayan tîne ziman û li hember bedewiya jiyan û hevaltiya li wir bi van hevokan îdîaya tevlîbûneke xurt dide: ‘’Derketina serê çiyayên Kurdistanê armanca min bû, bi hatina min a çiya re derûniya min, hêza min a dahurandinê hîn xurtir û baştir bû. Ev bi ruhê hevaltiya li vir, her wiha bi hêza manewiyata heyî çêbû. Lewma ez ê jî her hewil bidim kesayeta xwe hîn bêhtir xurt bikim. Ez ê hêza xwe ya têkoşînê û tevlîbûna xwe xurtir bikim ji bo vê partiyê.’’

Rênas Cûdî qala hovîtiya êrîşên dagirkeriya tirk û sûcên wê yên şer jî kir û wiha pêde çû: ‘’Êrîşên dagirkeriya tirk û bi karanîna wê ya çekên qedexe li ser gerîla, her dewletek dizane ku ev tiştekî qedexeye. Tevî wê jî ti kes dengê xwe nake, lê ruhê berxwedêr a ku hevalên me raber dikin, van êrîşan vala derdixînin.

Em ji bo azadiya Rêbertî û gel têdikoşin

Ew dixwazin îrada gel bişkînin lê ti encaman ji êrîşê xwe nagirin. Gel dixwaze bi yekitî bijî, yekitiya kurd, ereb û hemû gelan. Lê dagirkeriya tirk dixwaze desthilata xwe bide meşandin. Tu tişt li hember daxwaz û îradeya gelê me nabe asteng, wan sozek daye ku bi vê şoreşê re bimeşin û pêre heya dawî dimeşin. Dema em jî vê biryardariyê di gelê xwe de dibînin em hîn bêhtir bandor dibin. Em ji bo azadiya Rêbertî û gel têdikoşin. Gel nema dikare vê zilma heyî qebûl bike.

Niha jî ev êrîşên li ser gel û tevgerê, hedef dikin ku gelan ji hev belav bikin, nehêlin yekîtî, xwişk û biratî çêbibe. Lê ev têkoşîna ku bi ramanê Rêber Apo tê meşandin di nav hewldanê de ye ku vê yekîtiya di fikir û rihê gelan de ava bike. Ji bo vê ev têkoşîn gelek encamên giring jî bi dest xistine.”

‘Gelê ereb pêwîste ruh, fikir û tekoşîna vê tevgerê bixwînin’

Gerîla Rênas bangewazî li hemû ciwanan kir, bi taybet jî bang li ciwanên gelê Ereb kir ku berê xwe bidin nava refên tekoşînê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Ev bi salane ev pergala desthilat li ser serê meye, nahêle ku em rastiya xwe, heqîqeta xwe binasin. Eger em bi ruh û bedena xwe şer nekin em ê negihijin heqîqeta xwe. Daxwaza me ew e ku em bigihijin azadiya xwe û em bê desthilatî dikarin bijîn. Lewma divê gelê kurd û ereb bi awayekî demokrat bi hev re bimeşin. Rêber Apo dibêje, ‘Me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî bi serkevin’, ji bo vê banga min li hemû ciwanane ku; hîn bêhtir vê Partiyê nas bikin û tevlî bibin. Gelê ereb pêwîste ruh, fikir û tekoşîna vê tevgerê bixwînin û nas bikin. Wê wisa bigihijin azadiya xwe.

Ez bangewazî li ciwana dikim ku tevlî refên gerîla bibin, ruh û jiyana wan nas bikin. Ji hemû ciwanan re jî ez serkeftinê dixwazim.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar