Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Em ji bo bijîn, dimirin!’

Berxwedana ku bi hatina bihar û Newrozê re li her qadê geş dibe, nîşaneyên sala nû ya bi serketinên tije li xwe digire. Berxwedana ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir bi çalakiya fedayî ya Zulkuf Gezen kete qonaxeke nû ya kilîtbûna di serketinê de.

Ruhê fedayî yê mîrasê ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê heta roja îro hatî, carekî din di çalakiya Zulkuf Gezen de xwe da der û rêya azadiyê bi serketinê tacîdar kir. Xwezaya ku bi xwîna bi hezaran xort û keçên kurdan hatî avdan, ji nû ve dibişkive, reng dide.

Ji bo li ser vê axa ku bi hezaran sal e şer û ceng tê kirin bijîm, her carê bi beden û rengek cuda, lê bi heman hişmendiyê, ji bo azadî û aştiyê dimirim û ji nû ve zindî dibim. Car bûm Heqî, car bûm Mazlûm, Xeyrî, Zîlan, Bêrîvan, Zekiye, Ronahî, Rahşan, bûm Egîd, Erdal, Adil û bûm Zulkuf Gezen…  Ji bo bijîm, bidim jiyîn dimirim.

Wê ruhê şehîdên ku bi bedena xwe Newroz geş kirin, wê li navsera xwezaya bihuşta çiyayên Kurdistanê govenda azadiyê bigerîne. Wê mil bidin milê hev û di rengê biharê de, bi kulîlk û balinde û bazan re bask bibin, ruhê wan zindî bibe.

Eger di welatê xwe Kurdistan de ku bihuşt e, bi azad nejîm, hebûna min a bi fîzîkî û cesteyî ji bo çiye. Li ser vê axê ku zincîrên koledariyê li stû û zendên min be, çi wateya azadî û xweşiya Kurdistanê ye, eger li ser vê axê zarokên welatê min bi aram û serbilind nejîn, ma wê bedena min bi kêr çi bê ku nekim qûrban. Di vê demê de ku zalim û Dehaq li ser bedena welatên min Kurdistan sûgiyan diçikilînin, xwîn jê dimijin, li mala xwe, li karê xwe, li kolan xwe bijîm bi kêr çi ye. Îro xort û keçên vî welatî li ser maseyên mijûkdaran dibe meya, hebûna min ji bo kê ye. Ev welat welatê min e, ev dar û devî, çem û kanî, zozan, deşt û newal ên min in. Eger ez ji bo keç û jinên kurd ku bi keziyên xwe ji bo radestî zaliman nebin xwe bi darve kirin û di lat û zinaran de avêtin, tênekoşim. Kurdbûna min ji bo kê ye. Ez ji bo Kurdisan bi hezaran sal in di bin simê zalimî de li ber xwe dide şer nekim, weke ez heyîm ji bo kê û çi fêde ye…

Ji bo vê ye ku bi hezaran xort û keçên ciwan bi vê sondan şer kirin û hata dawî li ber xwedan û  bûn stêrkek geş ên rêzanên hevrêyên xwe. Eger ku wan di vê rêyê de can kirin qûrban, bendê mayîna min ji bo çiye, lê nêrîn ti fêdeyê nade. Ev bi sed hezaran sal e ku me lê nêrî, bi kêr tu kesî nehat. Nemînin wê bendê ku wê ji niha û şûnde fêdeyek bide. Ji bo wê ye ku canên ciwan bi canbexşane di ser zilmê de diçe. Îro her kuçe û her girtîgeh û her çiya bûye cihê  qada cengê û berxwedanê.

Bêtirs li ser dijmin de çûyîn, hêviya ku bidin jiyîn govenda ber bi mirinê ve digirin û difirin. Ev ji bo me ye. Ev ji bo welatê me Kurdistan ku her kes dixwaze talan û dagir bike ye. Ev ji bo zarok, jin, ciwan û gundên hatin talankirin û wêrankirin têdikoşin.

Şehîdên azadiyê tişta ku kete ser milê wan bi zêdahî kirin, îro ya dikeve ser milê me ji bo em hesret û xeyalên wan ên Kurdistaneke azad û Rêber Apo azad bikin, pêk anîne.  Wan ji bo bijîn, can bexşandin. Em jî ji bo xeyalên wan û rêya wan bidomînin divê bijîn. Mirina bi erzanî em ji bo xwe qebûl nekin. Wan mîrasê têkoşîn û berxwedanê di her şert û mercî de nîşanî me da, ji bo wê ye divê em layîqî ked û têkoşîna wan a canbexşane bin.

Di serî de Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar û Ayten Beçet û bi hezaran xort û keçên kurd bi çalakiyên xwe nîşan da ku bê ku vîn û hêza gelê kurd li ber her cûre zilmê xweragir û tu car ne çok û ne jî serî ji zilmê re natewîne. Eger ku îro em xwedî mîrasekî wiha bin, di rêya wan de nemeşin, wê tu car em ji hesab xwestinê rizgar nebin. Bi hezaran berxwedêrên li nava zindanan bi heman rengî li ber xwe didin û ev berxwedan textê zilmê dihejîne. Ruhên van berxwedêran li çiyayên azad, li warên azad ên têkoşeran bi bayê azadiyê dihejin û serfiraz in. Li gel hevrê û xwezaya bedew sermest û azad in.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar