Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em ji bo gel û xaka xwe fedakar in’

Şervanê HSD’ê Dilşêr Endok ku li gundewarên navçeya Til Temirê li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe dide, destnîşan kir ku ew ji bo gel û xaka xwe fedakar in û dê heta dawiyê axa xwe ji dagirkeran biparêzin

Ji 9’ê Cotmeha derbasbûyî ve, dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusre, êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin, di êrîşan de hemû çekên giran û qedexekirî bikar tînin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di çarçoveya mafê parastina rewa de, bersivê didin hewildanên pêşdehatina dagirkeriya tirk û çeteyên wê ber bi gundên Qadisiyê, Ezîziyê, Dawûdiyê û Erîş ên navçeya Til Temirê û şervanên HSD’ê heta niha hemû hewldanên pêşhatina dewleta tirk şikandine.

Di vê çarçovê de şervanê HSD`ê Dilşêr Endok ê di eniyên pêşîn ên gundên Erîşa û Dawûdiyê de cih girtiye, li ser rewşê ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Endok destnîşan kir ku dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusre, rexmî ragihandina qaşo agirbestê ya dagirkeriya tirk û Amerîkayê lê êrîşên xwe nerawestandine û gund û bajarokan topbaran dikin.

‘Berxwedana me didome’

Endok da xuyakirin ku berxwedana wan li hemû eniyan di çarçoveya mafê parastina rewa de berdewam dike û got ku di rojên dawî de li eniyên Zirgan û Til Temirê derbeyên giran li artêşa dagirkeriya tirk û çeteyên wê dane.

‘Tevahî êrîşên wan vala hatin derxistin‘

Şervanê HSD`ê da zanîn ku dagirkeriya tirk û çeteyên wê zêdeyî gelek caran hewl dan xeta eniya pêşîn a hêzên HSD`ê li gundê Qasimiyê, Ezîziyê, Dawûdiyê û Erîşa yên naveya Til Temir bişikînin, lê tevahiya êrîşên wan vala hatin derxistin û paşde reviyan.

‘Em li ser soza xwe ne’

Her wiha Endok diyar kir ku wekê HSD’ê li ser soza xwe ya bi gel û şehîdên xwe re dane, dimînin û dê heta dawiyê parastinê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila dagirkeriya tirk û çeteyên wê bizanibin, em ew şervanê ji bo parastina tevahiya pêkhateyên gelê xwe û xaka xwe fedakariyan didin in û em ê aştiyê û aramiyê pêk bînin, em xwedî maf in û di dawiyê de em ê bi ser bikevin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar