Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Perşembe - 17 Ekim 2024

‘Em ji bo Rêber Apo qiyametê rakin’

Têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan KCDK-E û TJK-E'yê daxuyanî dan û gotin ku dê ji bo Rêber Apo li her dere qiyametê rakin

Navenda Nûçeyan |

KCDK-E û TJK-E li ser axaftina bi telefonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin lê piştî çend deqeyan hate birîn, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Axaftina bi telefonê ya bi Rêber Apo re ji ber sedemeke nayê zanîn hate birîn. Rêber Apo di dema axaftina xwe de diyar kir ku ew astengkirina hevdîtinê qebûl nake, ev yek li dijî hiqûqê ye. Ji nişka ve axaftina wî hate birîn û telefon qut kirin. Birayê wî Mehmet Ocalan têkildarî vê rewşa gumanbar diyar kir ku fikarên wan zêde bûne.

Her wiha axaftina bi telefonê ya bi Hamîlî Yildirim re jî çend deqeyan dewam kir. Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji bo şermezarkirina şert û mercên tecrîdê ragihandin ku ew bi telefonê neaxivin.

Li dora Rêber Apo xelekek çêbûye, gelê kurd bi çalakî û gotinên xwe bi dehan caran nîşan da ku Rêber Apo ji bo bi milyonan mirovî yekî ji rêzê nîne. Rêber Apo paşeroj, hesret, azadî û siberoja bi milyonan mirovî ye, roja wan e, rê û îradeya wan e. Nêzîkatiya li Rêber Apo nêzîkatiya li gelê kurd bi xwe ye. Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina nasname û îradeya kurdan e.

Dewleta tirk a faşîst qirker sebra gelê kurd difûrîne û dixwaze ku em hînî vê rewşê bibin. Me berê jî got, em niha jî dibêjin; Rêbertî ji bo me xeta sor e. Heta ku ji aliyê fîzîkî ve parêzer û malbata Rêber Apo nebînin, heta ku azad bibe, wê tu derew nikaribe gelê kurd bixapîne. Eger Rêbertî em bin, eger em dibêjin ku ew temsîliyeta bi milyonan mirovî dike, divê Erdogan ê faşîst zanibe ku em vê rewşê tu carî qebûl nakin. Ji bo Rêber Apo qiyametê rake em ê li her derê li ser pêyan bin.

Dewleta tirk a faşîst sebra gelê kurd difûrîne. Em vê sîstema tecrîdê şermezar dikin ku 22 sal in pîvanên hiqûq, edaleta navneteweyî binpê dike û bang li saziyên navneteweyî yên berpirsyar hemûyan dikin ku tavilê wezîfeya xwe pêk bînin. Bêyî hincetek bê nîşandan divê tavilê hevdîtina fîzîkî bi Rêber Apo re bê kirin. Hem parêzer hem jî malbat divê karibin tavilê hevdîtinê bikin. Pêwîst e sîstema tecrîd û îşkenceyê ya faşîst ku bi salane lê tê ferzkirin, tavilê bi dawî bibe.

Hewldanên ku di şexsê Rêber Apo de dixwazin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û îradeya gelê kurd tecrîd bikin, wê bêencam bimînin.

Bi navê KCDK-E û TJK-E’yê em bang li gelê xwe dikin ku li her derê dakevin qadan, heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin tevî dostên xwe dakevin qadan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar