Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Em ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê ne’

Fermandara Biryargeha YJA Starê Xelat Şemsê diyar kir çi kesê ku dilxwazên azadiyê ne, berxwedana jinên kurd moralê wan geş dike, wêrekiyê dide wan û wiha got: “Em ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê ne."

Yek ji Fermdandara Biryargeha YJA Starê Xelat Şemsê têkilî civîna Konseya Fermandara YJA Starê û şerê di navbeyna dewleta tirk û gerîlayan de axivî. Xelat Şemsê diyar kir sala 2022’an wê giran derbas bibe lê ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê ne û ev tişt anî ziman: “Em hêza parastinê ya gel û jinan, em ê ji bo jiyaneke azad tişta ku dikeve ser milê me bi cih bînin. Dirûşmeya civîna me jiyana azad û Rêbertiya azad e. Êdî divê em pergala Imraliyê qebûl nekin. Ji bo azadiya Rêbertî em ê hêzên xwe seferber bikin.’’

Fermdandara Biryargeha YJA Starê Xelat Şemsê têkilî civîna Konseya Fermandara YJA Starê û şerê di navbeyna dewleta tirk û gerîlayan de axivî. Xelat Şemsê di axaftina xwe de bal kişand têkoşîna gerîlayên azadiyê ya li dijî dewleta tirk a dagir ker û serkeftina wan.

Xelat Şemsê destnîşan kir gerîla planên dewleta dagirker vala derxist û ev tişt anî ziman:  “Em bi îdîayeke mezin ketin sala 2021’an. Dewleta Tirk a dagirker jî, ji bo ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tine bike her cure rêbaza gemarî bi kar anî. Li dijî tevgera me konsepta şer a hov danîn. Şerê dewleta Tirk ne ji rêzê ye, şerekî bêsinc e. Bi êrîşên kimyewî xwestin ku vî şerî bibin serî. Ne şerekî normal bû. Dijmin ê ku dixwest ku tevgera me îmha bike, asta êrîşan pir zêde kiribû. Lê gerîlayan planên dijmin pûç kir. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê belkî di dîroka xwe de cara pêşî ye ku ev çend zor lê dibe. Helbet ev bi fedekariya têkoşîna şehîdên me yên leheng e. Hevrêyên me yên leheng ku di berxwedanê de şehîd bûn dilsoziya xwe ya bi jiyana azad re careke dî danîn holê. Têkoşîneke bêhempa dan û şêwazeke nû ya şer danîn holê. Bûne pêşengên guherîn û veguherînê. Bi vê bingehê pêngavên nû danîn. Bi çarçoweya Cenga Xabûrê, Egîdê Botanê di serî de li Zagros, Avaşîn, Zap û Metînayê li gelek qadan derbên giran li dijmin dan. Helbet helwesta hevalên jin jî pir girîng bû. Bi rengekî bê dudulî bi biryardarî şer kirin.”

Xelat Şemsê diyar kir berxwedana gerîla derb ne tenê li faşîzmê daye, her wiha derb li wan hemû desthilat û dagirkeran daye ku li pêşiya azadiya gelan û jinan dixwazin bibin asteng û wiha got: “Gerîlayên jin jî bi wêrekî û bêyî dudiliyekê xwedî li vê pêvajoyê derketin. Ne dudilî bûn û ne jî astengî li ber xwe dîtin. Li dijî tank û topên dijmin bûne xwedî helwesteke fedayî. Helbet, vê rewşê moral û wêrekî da her kesî. Gelek serkeftiyên me çêbûn. Hemû dilxwazên azadiyê ji berxwedana jinên Kurd moral û wêrekiyek standin. Ev berxwedan ji bo xwe weke hêviyê dîtin.”

Şemsê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê ew bi tu awayî pergala îmraliyê qebûl nekin û azadiya Ocalan pêk bînin û ev tişt got: “Ez bawer dikim van rojên li pêşiya me em ê têkoşîna xwe geştir bikin. Li dijî dijmin ji bo ku em nirxên Kurdistanê biparêzin li her qadê em ê şer bikin. Di civîna me de encamên şer û berxwedana sala 2021’an bi berfirehî hate nirxandin. Em pê dizanin ku sala 2022’an wê giran be. Lê morale me geş û em bi coş in. Em ji her demê zêdetir nêzîkî azadiyê ne. Em hêza parastina gel û jinan, ji bo paşerojeke azad tişta ku dikeve ser me em ê bikin. Dirûşmeya civîna me jiyana azad û Rêbertiya azad e. Êdî divê em bi ti rengî pergala Imraliyê qebûl nekin. Ji bo ku em azadiya Rêbertiya xwe bi cih bînin, em ê hêza xwe seferber bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar