Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Em ji rewş û tenduristiya girtiyan bi fikar in’

Bijîşk Huseyîn Yavîç diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê kûr bûye û wiha axivî: “Di serî de Îmralî divê tecrîda li hemû girtîgehan bê rakirin. Li girtîgehan tecrîdeke mutleq tê pêkanîn. Em ji ber tenduristiya girtiyan bi fikar in."

Girtiyên PKK ü PAJK’ê di çarçoveya pêngava cihanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdara 2023’yan de greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Berxwedêrên zindanan çalakiya greva birçîbûnê di 4’ê Nîsanê de bi dawî kirin û çalakiya derbasî qonaxeke nû kirin. Berxwedêrên zindanan ji bo balê bikşînin ser şert û mercên Rêberê Apo, çalakiya xwe bi boykotkirina dadgehan û derneketina  telefonê û hevdîtina bi malbatê re didomînin. Berxwedana zindanan di roja 178’an de didome. Ji Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê Bijîşk Huseyîn Yaviç derbarê berxwedana zindanan de axivî.

Yaviç diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê kûr bûye û hem hiqûqa navxweyî hem jî hiqûqa navneteweyî esas nayê girtin û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê ji salên 90’î û vir ve polîtîkaya tecrîdê gav bi gav kûr dibe. Bi taybet bi girtîgehên Tîpa F û Ewlehiya Bilind re û bi girtîgehên Tîpa S ên vê dawiyê hatin çêkirin, girtî tên îzolekirin. Tecrîda mutleq tê pêkanîn.”

Yaviç bal kişand ku rewşa li girtîgehan bandoreke neyînî li tenduristiya girtiyên nexweş dike û got: “Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş ên giran hene. Neşopandina pêvajoya dermankirina girtiyên nexweş, wê bibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. A rast di pêş de wê wê boykot bibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. Bi sedan girtiyên nexweş yên divê bi awayekî rêkûpêk biçin nexweşxaneyê û bên kontrolkirin hene. Em ji ber tenduristiya girtiyan bi fikar in. Ji ber vê yekê divê gel û civaka navneteweyî li hemberî vê pêvajoyê hestiyar bin.”

Yaviç diyar kir ku divê demildest tecrîd bê rakirin û got ku ji bo daxwazên girtiyan pêk bê ew pêvajoyê dişopînin. Yaviç got: “Daxwazên girtiyan mafê herî bingehîn in ku di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de hene. Divê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em daxwaz dikin ku ev daxwaz pêk bên. Ya ku dê daxwazan qebûl bike Wezareta Dadê ye. Lê belê bi salan e çi erênî çi neyînî bersiva çalakiyên ji bo tecrîdê tên kirin nayên bersivandin. Girtîgehên Tirkiyeyê di sicîla Tirkiyeyê de veguherîne pirgsirêkeke kronîk. Raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ yên ATK’ê dbe sedem ku cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê hemû sazî û welatî di vî warî de hesas bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar