Nivîskar û rojnamevan Mûsa Anter, li Nisêbînê li ser gora xwe hat bibîranîn. Dîcle Anter li ser gora bavê xwe axivî û wiha got: “Gotin belkî bi mirina Mûsa Anter hin tiştan hel bikin lê bi ser neketin.” Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî diyar kir ku ew ê tim û tim li ser şopa Apê Mûsa bin
Mûsa Anter (Apê Mûsa), di 20’ê Îlona 1992’yan de li Taxa Seyrantepe ya Yenîşehîr a Amedê hat kuştin. Di ser kuştina Anter de 27 sal derbas bûn. Di 27’emîn salvegera şehadeta xwe de Apê Mûsa li gundê Sitilîlê yê Nisêbîna Mêrdînê, li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlementer û rêveberên HDP’ê, endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Serokê CHP’a Bajêr û endmên CHP’ê, nûnerên rêxistina civaka sivîl û Çapemeniya Azad tevli bîranînê bûn.
Di bîranînê de piştî dua hatin kirin, ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Di bîranînê de kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter axivî û wiha got: “Çi dibe bila bibe wê têkoşîna me dewam bike. Em ê bi hev re xurt bibin. Ji bo vê jî divê em bibin yek.”
Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kûday jî wiha got: “Ên ku me anî vira Apê Mûsa ye. Em ê xwedî li têkoşîna wî û hesta wî ya yekitiyê derkevin.”
Serokê CHP’a Mêrdînê Mehmet Sayin jî tevî heyeta li cem xwe kevokên spî firandin.
Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî dibîranînê de diyar kir ku wê şagirtên Apê Mûsa di rêça wî de bin û wiha got: “Apê Mûsa ji bo dîktatoran bûbû tirseke mezin. Apê Mûsa, ew teşhîr dikirin. Loma dagirker jê ditirsiyan. Apê Mûsa kuştin. Hingî jê ditirsiyan ku nehiştin xweşikî cenazeyê wî jî bê veşartin. Wan digot qey ew ê fikr û ramanê Apê Mûsa jî têxin darbestê û veşêrin. Niha di çapemneiya azad de rastiyên Apê Mûsa didomin.”
‘Ên nikaribûn Apê Mûsa bitirsînin ew kuştin’
Herî dawî Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay ev tişt anî ziman: “Niha ne peyv dikarin Apê Mûs vebêjin ne jî bi vegotinê mirov dikare behsa Apê Mûsa bike. Apê Mûsa, ji me re gotibû qethiyen ji nasnameya kurdîtiyê tawiz nedin.” Gunay diyar kir ku Apê Mûsa bi zext û zoriyan re rû bir û ma lê belê ev zext û zorî nikaribûe Apê Mûsa bitirsînin û got: “Ên nikaribûn Apê Mûsa bitirsînin ew kuştin.”
‘Zilm ne qeder e’
Gunay destnîşan kir ku li vê xakê zilm ne qeder e û wiha got: “Qedera ji bo kurdan tê rewakirin cinayetên kiryar nediyar û dosyeyên bi dawî ne bûne. Em dikarin li vê xakê bi hev re dikarin bijîn. Apê Mûsa pir xweş ev yek rave kiriye. Apê Mûsa, peyrewên te li ser rêça te ne. Em ji te hîn bûn ku ev zilm ne qeder e û nayê qebûlkirin.” MÊRDÎN