Di tevahiya dîrokê de mirovan pirs ji xwe kirine û li bersivan geriyan e. Demek hatiye ku hin mirovan gotiye “tenê pirs têrê nake, divê ew pirs rast bin jî.” Piştî têgihiştin xurtir dibe, naveroka pirs û bersivan jî xurtir dibe. Ew jî têrê nake, li gor bersivan jiyan-pratîk jî tê xwestin. Di roja me de jî mirovên pêbawer, rast, dirust û dilsoz, yên xwediyê soza xwe ne. Di vir de pîvan, dibe peyveke efsûnî û jiyanî.
Em kî ne, divê em çawa bijîn? Di meyzandineke serveyî de, ev hêsan in. Lê mirov li gorî bersiv û jiyana xwe têne senifandin. Mînak misilmanek, şoreşgerek li gorî fikir û jiyana xwe bijî, ew kesên rast, dirust û baş in û hwd.
Em di salvegera 40’emîn a 15’ê Tebaxê de ne. Ev pêngav û rayê wê yê têkoşînê, encama pirs û bersivên rast e. Rêber Apo gotiye, “Em ê çawa bijîn? Em ê jiyanake hatî bêrûmetkirin nejîn, weke hemû mirovên xwedî rûmet û keramet em ê biserbilindî bijîn.” Ji bo bikarin vê bikin jî li rê û rêbazan geriya. Lêgerîna heqîqetê ya Rêber Apo bû kom, bû Tevger, bû artêşa gerîla û gelê şerker. Bi gotina şoreşgeran a klasîk, “têgihiştina neçariyê” riya têkoşîn û azadiyê vekir. Em bala xwe bidinê, 15’ê Tebaxê volkaneke wateyê ye. Nirxandinên Rêber Apo yên heta 15’ê Tebaxê, îfadeyên Mazlum, Kemal, Xeyrî, Elî û pêşengên din a li zindan û dadgeha Amedê, rojnivîsên Fermandar Egîd, hemû vê rastiyê radixin berçavan.
Baş e, şert û mercên beriya 15’ê Tebaxê çawa bûn? Gel, welat, derfet ji bo mirov şer bike çi qasî amade û guncav bûn? Rewşa dijminên kurdan, Rojhilata Navîn û cîhanê çi bû? Di salên 80-81-82’yan de li tevahiya Kurdistanê hejmara kadroyên PKK’ê, bi qasî tiliyên destan e. Pêşeng dîl ketine destê dijminê xwe. Gel tirsiya ye, çilmisî ye. Dagirker bawer dikin ku tu kesekî bikaribe serî hilde nema ye. “Şoreşgerên jêhatî” nefesek li welat girtine ya diduyan li Ewropa. Dema Rêber Apo behsa şoreşê, têkoşîna çekdarî dike, di nava rêxistinê bi xwe de jî muflîsê karakterê dibêjin, “me dişîne mirinê.” Yên jidil bi Rêber Apo ve girêdayî, ji bo dilê Wî nehêlin, nabêjin ‘na’. Bi gotina rêveberekî PKK’ê yê wê demê, “Rêber Apo utopîst bû, yên din rastbîn bûn.” Lewra dijmin hov e, zilimkar e, bihêz e. Tu kesekî kurdan nîn e. Reng û dengê kurdî qedexe ne. Bi gotina Rêber Apo, “Li kiurdekî li xwe xiyanet nekirî digerin.” Gelek “şoreşgeran” PKK’yî vedixwendin Ewropa. Li zindanan digotin “hûn jî teslîm bibin, ji ber we em ev qas êşkencê dibînin.” Lê girêdana bi rûmetê û jiyana azad ve destûr neda ku Rêber Apo û hevalên xwe teslîm bibin. Bi ser zor û zehmetiyan ve çûn, xwîn û xwêdan rijandin, li ber xwe dan û weke hozan dibêje, “navê mirinê kirin jiyan.”
Em hemû bifikirin; Rêber Apo jî bigota, “Dijmin bihêz e, hêz û derfetên me tine ne, em nikarin têkoşînê bimeşînin.” Em ê îro li ku ba, çi ba? Îro bi hezaran Mazlûm, Egîd, Bêrîtan û Zîlanên Kurdan hene. Ku ev têkoşîn nebûya, gelo wê navên kurdan nebûya Cengiz, Tîmûçîn û hwd. ? Yê kurdan bikariba ji xwe re bêjin “ez mirov im û birûmet im.”
Welhasil ku em mirov bin, dilsoz û dirust bin, em xwe li gorî dijmin û şertên dijmin datîne netewînin. Em ê xeta rûmetê û qanûnên jiyana azad esas bigirin û bijîn. Di vê mijarê de xwe xapandin, reva heta ber kêrê ye! Helwesta mirovî û heqîqî, serfiraziyê tîne.
Ji bo ku em gihandine vê rojê, şansê têkoşîn û jiyaneke birûmet dane me, Rêber Apo û di şexsê Fermandar Egîd de em Şehîdên Qehreman birêzdarî silav dikin, spas dikin.