Zilma ku dewleta tirk li kurdan dike her roj hinekî din dijwar dibe. Di sala 2015’an de şerekî berfireh dan destpêkirin û ji wê demê ve çiqas tiştên xerab û hovane hebe bi serê kurdan de tînin. Pêşî bi tecrîdkirina Rêber Apo re dest bi konsepta şer kirin. Çiyayên Kurdistanê, Herêmên Parastina Medyayê û qadên gerîla bombebaran kirin. Li dijî bajar û navçeyên Kurdistanê dest bi êrîşên qirkirinê kirin. Ew bajar û navçe bi erdê re kirin yek û bi sedan kes kuştin. Cenaze li pey wesayîtên zirxî kaşkirin. Cenazeyên şervanan tazî kirin û teşhîr kirin. Bi sedan lehengên ku li dijî dagirkeriyê sekinînin û şehîd bûn cenazeyên wan revandin. Ji bo ku her kes ji wê pêvajoyê bitirse her tişt kirin. Cenaze li goristanên bêkesan veşartin û nedan malbatên wan. Şehîdgehên li Kurdistanê bombe kirin. Ev xerabiyên ku dewleta tirk kirine wê roj were li her dera cîhanê were qalkirin.
Vê zilma ku dikin jî car caran sivik dikin û wekî ku qencîkê dikin nîşan didin. Mesela cenazeyê şehîd Egîd Îpek bi riya kargoyê ango di nava qutiyekî de ji malbata wî re şandin. Hestiyê Egîd xistibûn wê qutiyê û dan destê dayika wî. Cenazeyê şehîd Hakan Arslan jî di nav kîsekî de radestî bavê wî kirin. Ev tişta ku dewleta tirk dike ti mînakê wê çênebûne. Tenê li Tirkiyeyê heye. Bifikirin ku her roj çekên kîmyewî li dijî lehegên kurdan bi kar tînin. Çiyayên Kurdistanê dişewitînin û talan dikin. Ev şerekî mezin û berfirehe ku li dijî kurdan hatiye destpêkirin. Ev şer li dijî kurdbûnê û kurdayetiyê ye. Li zindanan komkujiyan dikin û girtiyên siyasî qetil dikin. Kesên bi zimanê xwe kurdî diaxivin tên girtin û îşkence li wan tê kirin. Seydayên kurd ji ber xwendina xutba kurdî tên girtin. Li welatekî ku kurd û hebûna wan qedexe be, wê demê şerê qirkirinê heye. Di vî şerî de dewleta tirk her kes daye kêleka xwe. Li aliyekî NATO û teknîka ku ji wan girtiye vî şerî dimeşîne. Ewropa û Amerîka li cem wî disekine.
Lê kurd di vî şerî de tenê ne. Ango bi tena serê xwe ne. Tevî vê yekê jî ne yek in. Yê destûra vê yekbûnê neda jî PDK ye. PDK li aliyekî li kêleka dewleta tirk disekine, li aliyê din ji bo parçekirina kurdan her tiştî dike. Ma gelo nabîne ku bê dewleta tirk çi bi serê kurdan dike. Lê mixabin di xeta xiyanetê de dimeşe û zerarê dide têkoşîna kurdan. Dewleta tirk bi saya PDK’ê hewl dide vê têkoşînê têk bibe. Kurd divê zanibin ku dijminê wan kî ye û kî li cem vî dijminî disekine. Lewma divê zanibe û li gorî wê tevbigere. Ev desthilatdariya faşîst ku li ser navê îslamê reklama xwe dike, herî zêde ew zerarê dide îslamê. Ji bo îslamê û misilmantiyê tiştek nekiriye û nake. Zerara ku dike ne tenê li dijî kurdan e. Civaka li Tirkiyeyê xistiye bin hukmê xwe û wan dîl girtiye. Kî rexne dike û serê xwe radike tê girtin.
Di rewşeke wiha de kurd û civaka li Tirkiyeyê li benda çi ne gelo ? Ma wê heta kengî bi vê faşîzmê re jiyana xwe bidomînin ? An wê bi faşîzmê re bimeşin û bibin parçeyek ji faşîzmê, an jî wê jiyanek azad deynin pêşiya xwe û li gorî wê têbikoş in. Ji îro û şûnde ev desthilatdariya barbar û hov bi hilbijartinê naçe. Yên dikevin ber bayê hilbijartinê jî dibin parçeyek ji şanoya desthilatdariyê. Divê her kes zanibe ku li Tirkiyeyê pêngavek an jî rabûnek lazim e. Divê her kes zanibe ku meşa bi faşîzmê re temenê faşistan dirêj dike. Bi nerazîbûnan û gazinan ev rejîma faşîst têk naçe. Eger yên nerazî destê xwe têxin bin kevir, wê ew faşîzm bigindire û têk biçe. Yên destê xwe naxin bin kevir jî cesaretê didin desthilatdariyê. Di vî şerî de navber tuneye. An tu yê li dijî şerê qirkirinê bî an jî tu yê bi wî şerî re bî. Rewşa li Tirkiyeyê tam jî ev e. Ji ber ku yên navberê zêde ne ev şer dirêj dibe. Yên navberê di esasê xwe de li cem desthilatdariya faşîst disekinin. Eger ew bêdengiya xwe xera bikin wê dawiya vê zilmê were.