Piştî têkçûna di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de, AKP’ê têkçûna duyemîn jî di hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2019’an de jiya. Bi ser wê hilbijartinê re 4 sal derbas bûn. Li gorî encamên hilbijartinê; Tifaqa Milet ku ji CHP û Partiya Îyî pêk tê, di serî de bajarên Enqere û Stenbolê, gelek bajarên mezin ên weke Edene, Antalya û Mêrsînê bi dest xistin. Desthilatdara AKP-MHP’ê, di vê hilbijartinê de ji ber stratejiya HDP’ê têk çû û derbekî giran xwar.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Berpirsyar ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî da zanîn ku siyaseta HDP’ê ya di hilbijartina 31’ê adarê de dê di vê hilbijartinê de jî derkeve holê û bi Desthilatdara AKP-MHP’ê bide windakirin. Tîryakî, axaftina xwe wiha domand: “Di 20 salên Desthilatdarê de ji bo AKP’ê qonaxa herî girîng, hilbijartina 31’ê adara 2019’an bû. Cara ewil di hilbijartina 7’ê Hezîranê de nekarîn bi tena serê xwe bibin Desthilatdar. HDP weke partî ketibû hilbijartinê û bend derbas kiribû. Yek ji mezintirîn derbê li AKP’ê hatiye xistin jî ev bû. Di esasê xwe de mirov dikare bibêje, bedela terikandina pêvajoya çareseriyê û dûrketina ji çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bû. Di hilbijartina 31’ê adarê de jî AKP’ê duyemîn mezintirîn têkçûna xwe jiya.”
Stratejiya herî rast ya HDP’ê ye
Bi domdarî Tîryakî got ku AKP bi saya mîrasa şaredartiya bajarên mezin bû Desthilatdar û ev tişt anî ziman: “Lê belê demek piştre gel li dijî hev sor kir, otorîter bûn û ber bi rejîma yekzilamî ve çûn. Têkçûna xwe ya duyemîn bi saya stratejiya HDP’ê di 31’ê adarê de jiyan. HDP’ê hewl da li bajarên kurdan bi qasî ji dest tê şaredariyan qezenc bike û ji hêla siyasetê ve bersivê bide û li bajarên mezin jî stratejiya ku bi AKP-MHP’ê dide windakirin meşand. Û ev stratejî bi ser ket. Tevî ku HDP parçeyeke Tifaqa Milet nebû jî bi wan da qezenckirin. Digotin qey em êdî li bajarên kurdan tu şaredariyan bi dest naxin lê ev siyaseta wan jî têk çû. Bi vî awayî me bersiv da siyaseta qeyûman û rejîma yekzilamî. Heke îro hêviya serkeftinê di muxalefetê de ava bibe, bingeha wê jî ev rastiya HDP’ê ye”.
Di berdewamê de Tîryakî diyar kir ku HDP’ê ji bo serokkomariyê namzet dernexist û wiha pê de çû: “Dê stratejiya 31’ê adarê ji bo 14’ê gulanê jî derbasdar be. Ev stratejî dê bide qezenckirin. Wê demê HDP’ê tu daxwazên şênber ji şaredariyên CHP’ê nekirin. Em ne li gel siyaseta statûkoparêz a AKP-MHP’ê ne û ne jî li gel siyaseta restorasyonparêz a Tifaqa Milet in. Em xwe weke Rêya Sêyemîn pênase dikin ku nûnertiya hemû bindest, bawerî û gelan dike. Em li dijî AKP-MHP’ê têdikoşin û reqabeta me bi Tifaqa Milet re heye.”
‘Em ê ji bo xurtkirina demokrasiya herêmî têbikoşin’
Tîryakî, diyar kir ku armanca wan ew e ku hejmareke zêde ya parlamenteran bi dest bixin û wiha derbirî: “Armanca me ya ewil ew e ku li parlamentoyê bibin partiya diyarker. Bi rastî jî dixwazin bibin nifteya deriyê demokrasiyê. Tekane daxwaza me ew e ku ev welat demokratîk bibe, pirsgirêka kurd û yên din bi rêbazên demokratîk û aştiyene bên çareserkirin. Divê pirsgirêkên welat li parlamentoyê bên çareserkirin. Rêvebirina welat a ji hêla kesekî ve çiqas xelet be, rêvebirina welat a yekser ji hêla Enqere û parlamentoyê ve jî xelet e. Me ji bo xurtkirina rêveberiyên herêmî pêşniyar kiribûn û divê demokrasiya herêmî were xurtkirin. Em ê li parlamentoyê ne rêveberiya navendî lê ji bo xurtkirina demokrasiya herêmî têbikoşin.”
‘Ne 100 parlamenter em ê 112 parlamenteran derxînin’
Tîryakî, diyar kir ku Desthilatdara AKP-MHP’ê mecbûr in encamên hilbijartinê qebûl bikin û wiha bi dawî kir: “Êdî ji hêla dîrokî ve serdema AKP-MHP’ê bi dawî bû. Dê di demekî pir kin de li dîroka vî welatî rûpeleke nû vebe. Dibe ku îtîraz bikin lê bawer bikin muxalefet ji bo vê jî amade ye. Weke Tifaqa Ked û Azadiyê heke em bi hev re xebateke baş bikin, ne 100 parlamenter lê em ê 112 parlamenteran derxînin. Hemû pêkhateyên HDP’ê, Partiya Çep a Kesk baş nas dikin. Hilbijêrên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê amade ne.”