Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’

Malbatên girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê, wiha gotin: “Ji bo daxwaz werin qebûlkirin divê em mil bidin milê hev û têbikoşin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Her wiha bi vê polîtîkaya tecrîdê re li girtîgehan jî girtî bi binpêkirinên mafan re rûbirû mane. Girtiyan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve bi daxwaza azadiya Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 71’an de didome. Malbatên girtiyan piştgirî didin zarokên xwe û dixwazin daxwazê girtiyan bi cih bê.

Yek ji malbatên piştgirî dide girtiyan, malbata Metîn Aşkan ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin e. Dayika Aşkan, Asya Aşkan diyar kir ku kurê wê di sala 2018’an de bi heman daxwazê ketiye greva birçîbûnê û xwest tecrîd û binpêkirina mafan were bidawîkirin. Dayikê da zanîn ku bêyî mirin biqewimin û cenaze derkevin divê gav werin avêtin û wiha got: “Ev bû du car lawê min dikeve greva birçîbûnê. Çav û guhê wî diêşin. Çend roj berê em çûn hevdîtina wî rewşa wî nebaş bû.”

‘Her kes di bin tecrîdê de ye’

Aşkan li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan vê bangê kir: “Her kes di bin tecrîdê de ye. Bila dayik hemû rabin ser pêyan û li cem girtiyan bisekinin ku tecrîd bi dawî bibe. Li girtîgehan xwarina paqij nadin girtiyan û nexweşî heye. Ji mehê carek em diçin hevdîtina zarokên xwe û em di paceyekê de hevdîtinê pêk tînin. Divê em mil bidin milê hev û biçin ber girtîgehan. Lazim e em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Çi ferqa me ji zarokên me heye.”

Divê dayik mil bidin hev

Dayika Mustafa Tekîn ê ku bi Aşkan re li heman girtîgehê dimîne Remziye Tekîn jî çalakiyên greva birçîbûnê yên berê bi bîr xist û wiha got: “Divê tavilê ji bo daxwazên girtiyan gav werin avêtin. Lazim e tecrîd demildest were rakirin. Divê dayik mil bidin milê hev û xwedî li vê grevê derkevin û li cem girtiyan cih bigirin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes gav biavêje û daxwazên mafdar ên girtiyan bi cih were.”  COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar