Rojnamegeran di 25’emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulke de, daxuyanî dan û diyar kirin ku wekî şopdarên çapemeniya azad li ser şopa heqiqete ne
Komek rojnameger di pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê de bi minasebeta 25’emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulke û kuştina rojnameger Ersîn Yildiz, li pêş avahiya rojnameyê ya Kadirgayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên civakî, parazvanên mafên mirovan û partiyên siyasî jî tev li daxuyaniyê bûn û li vir rojnameger Ersîn Yildiz bi bîr anîn. Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bulut, Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney, Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek kesên din amade bûn. Koma rojnamegeran di çalakiyê de pankarta ‘Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ vekirin û dowîza ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ û wêneyê Ersîn Yildiz rakirin.
Destpêkê şahidê bûyerê rojnameger Huseyîn Aykol axivî û ev tişt anî ziman: “25 sal berê îro dema ez hatim vir, min dengê agirkujan bihîst. Li tenişta me kargeriyên pêlavan hebûn. Her dem tîner bikar dianîn. Min got belkî agir li cem wan derketiye. Ez hatim rojnameyê. Min dît ku avahiya rojnameyê şewitî ye. Agirkujê agir vedimirand. Ez hatim avahiyê rastî deriyekî reş hatim. Polîs hatibûn cihê bûyerê. Destûr nedidan em têkevin avahiyê. Tiştekî min bikira tune bû. Ez dîsa vegeriyam cihê karê kovarê. Tişta li rojnameyê pêk hatiye min xist manşeta kovarê. Piştre zîlê telefona kovarê lê ket. Yê digeriya Gulten Kişanak bû. Bang min kir û ez çûm me rojname derxist. Roja dîtir me 4 rûpel rojname çap kir. Dîsa rojnameya me li bayîyan bû. Piştevaniyek xurt dan rojnameya me. Her ku wan girt me vekir. Her ku wan girt me vekir. Piştî wê rojê heta niha me 46 rojname derxistin. Me wekî kevneşopiya çapemeniya azad heta niha 52 rojname derxistin. Wan 52 rojname girtin me derxist.”
‘Em deyndarê miriyên xwe ne’
Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn jî anî ziman ku ji ber rojnameyê dengê kesên li wê axê dihatin ji bîrkirin, bilind dikir û îhlalên mezin ên li Kurdistanê dinivîsî, hat bombekirin û wiha got: “Fermana bombekirinê serokwezîra wê demê Tansu Çîller bi xwe dabû. Li ser vê axê rojnameya herî zêde rastî zextan hat, rojnameya Ozgur Ulke bû. Ji xebatkarê 9 salî heta nivîskarê 74 salî Musa Anter gelek xebatkarên wê hatin kuştin. Ji kesên fermana bombekirinê da Mehmet Agar, ji aliyê partiya îktîdarê ve wekî serokê çeteyan hat darizandin. Lê niha Mehmet Agar û partiya îktîdarê mil dane hev û bi hevre ne. Dîsa Tansu Çîller bi partiya îktîdarê re mil daye hev û bi hevre dimeşin. Min ji roja rojname hat çapkirin heta niha li gel Ferda Çetîn parêzeriya rojnameyê kir. Ji wê rojê heta niha cihê vê rojnameyê di jiyana min de xwedî cihekî pir girîng e. Dema ez li vê rojnameyê difikirim, nîşanî min dide ku ez mecbur im têkoşîna parastina mafên mirovan bidim. Em li hemberî miriyên xwe deyndar in. Em deyndarê Apê Mûsa ne. Em deyndarê Ferhat Tepe û Hafiz Akdemîr in. Ji ber vê yekê divê em li rojnameyê xwedî derkevin û têkoşîna wan berdewam bikin.”
Bal kişand zextên li ser rojnamegeran
Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan jî li ser binçavkirina rojnamegeran rawestiya û diyar kir ku dema hat bernameyê nûçegîhanê ETHA’yê Serdal Işik hat binçavkirin û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) hêj di bin çavan de ne. Boltan da zanîn ku her meh rapora binpêkirina mafên rojnamegeran parve dikin û ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeha vekirî. Heta niha 139 rojnameger girtî ne. Li tevahiya cîhanê ew qas rojnameger ne girtî ne. Em wekî xebatkarên çapemeniyê dixwazin hevalên me yên hatine girtin bên berdan.”
Mîrateya herî girîng cesaret e
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney jî anî ziman ku kevneşopiya rêwîtiya 25 salan bi tevlêbûnên nû berdewam dike û ev tişt diyar kir: “Mîrateya herî girîng ji me re hiştine wêrekî û cesaret e. Rêya bingehîn ku me ji rojnamegeran girt, wêrekî bû. Ev ji bo me rojnamegerên nû pir bi qîmet e. Di nava van 25 salan de buro hatin bombekirin. Rojnameger hatin kuştin. Cînayetên faîl nediyar pêk hatin. Rojnameger hatin binçavkirin û hatin girtin. Bi dehan rojnameger hêj girtî ne. Hevalên me yên li derve jî nikarin bi hêsanî karê xwe bikin. Mafê rojnamegeran ê siyaset û ragihandinê ji destê wan tê girtin. Li vî welatî rojnamger tên qetilkirin. Rojnamegerên welatên din jî tên vî welatî winda dibin. Welatê herî zêde ji bo kuştina rojnamgeran guncav e Tirkiye ye. Em wekî rojnamegerên şopdarên mîrateya çabemeniya azad, em dê li ser şopa heqîqetê rêya xwe bi biryar û cesaret berdewam bikin. Pîşeya rojnamegeriyê li gorî rêgezan tê kirin. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniyê xurt bikin.”
Piştî axaftinan li pêş avahiya ku hatibû bombekirin qurnefil danîn û Ersîn Yildiz ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anîn. STENBOL