Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Em li vê derê ne û em ê her tim li vê derê bin

Li vê cografyayê du pîşeyên talûke hene; karkeriya madenan û rojnamevanî. Di yekê de tu her tim di tarîtiyê de dimeşî; di ya din de jî tarîtî tim li benda keysa xwe ye ku xwe çengî ser te bike. Ji lewra her rêzika ku tu dinivîsî û her kareya ku tu digirî kesên ehlê tarîtiyê diqilqilîne; hewl dide ku ya nayê xwestin bê bihîstin aşkera bike û ya nayê xwestin bê dîtin xuyangtir bike. Lewma rojnamevanî di serdemên dîrokê hemûyan de bûye kabûsê xwediyên berjewendî û îktîdaran.

Çapemeniya Azad, 30 sal in vê yekê dike û ligel hemû zor û zehmetiyan hîn jî vê yekê dike. 26 sal berê gava şev nîvê şevê Rojnameya Ozgur Ulkeyê hat bombebarankirin me ezmûna ‘dersa dewletê’ hel kiribû. Ji wê rojê heya niha pirsa sereke ya ezmûnê qet neguherî; her wiha bersiva me jî neguherî. Lê gava dîtin bombe qîm nake, vê carê di 2’yê Sibata 1995’an de gotin Ozgur Ulke ‘Berdewama Ozgur Gundemê’ ye û rabûn wê girtin. Piştî vê di 13’yê Nîsana 1995’an de Yenî Polîtîka dest bi weşana xwe kir. Lê belê ew jî hîn di hejmara ewil de bi sansurê re rû bi rû ma. Rojname tam çar mehan di şert û mercên sansurê de weşana xwe kir. Piştî çar mehan di 16’ê Tebaxa 1995’an de ji bo wê jî gotin ‘Berdewama Ozgur Ulkeyê’ ye û rabûn wê jî girtin. Ên din jî bi heman rewş û weziyetê re rû bi rû man…

Hinan jê neyarê me, hinan jê xizmên me û hinan jê jî eynî wekî çîroka Kela Dimdimê ku êdî vegera wan tunebû me ew girtin. Me vekir, wan girt! Lê belê her tim hatiye pesendkirin ku bîra dîrokî ya berxwdêran ji çekên kujer ên serdestan bihêztir e. Eynê wekî Rojnameya Kurdistanê ku di 22’yê Nîsana 1898’an de bi pêşengiya Mîqdat Mîdhed Bedirxan li Qahîreya Misirê hat çapkirin û vegera wê ya bi avakirina Komara Kurd a Mahabadê. Bi dû re bi navê Kurdistanê gelek kovar, malper, radyo û televîzyon vebûn.

A rast ev azweriya ji bo jiyanê, têkildarî axa ku em lê dijîn. Hevdîtina av, ax, roj û mirov bû. Gilgamêş, ji bo nifşên bê hay ji tiştên hatine serê wî çêbibin, tiştên hatibûn serê wî li ser keviran neqş kiribûn. Me jî eynî wekî Gilgamêş tişta nepêkan kir. Belê, Mezopotamya cografyayeke destanî ye. Me jî ku em ji hevîrê vê axê striyane, sê sal berê navê Mezopotamyayê li ajansa xwe kir û bêyî ku em wan kesên me ew spartine axê ji bîr bikin; me di salvegera mirina Apê Mûsa de pênûsa wî ya ku natewe dewr girt.

Di sê salan de gelek tişt qewimîn…

Me di sê salên Ajansa Mezopotamyayê de îmze danîn bin gelek nûçeyên ku bûn rojev. Hin ji van nûçeyan ev in: “Cenaze bi rêya posteyê hat şandin”, “Cenaze bi vî awayî di bin peyarêyê de veşartine”, “Li Şirnexê li dibistanekê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!”, “Di fuhûşa li Kampa Telhamûtê de tiliya xebatkarên payebilind ên Şaredariya Serêkaniyê heye”, “Raporên otopsiyê bi dest ketin: Birayên Şenyaşar bi 23 guleyan, bav bi amûreke bibir hat kuştin”, “Emîrê DAIŞ’ê Îlyas Aydin behsa Pirsûs, Enqere, Cerablûs û şewitandina 2 eskerên tirk kir”, “Belge bi dest ketin: Li Silopiyayê eraziyên bi milyonan miftîbelaş dane rêvebirên AKP’î”, “Em daketin bîrên mirinê yên Şirnexê”, “Ciwanê stranên kurdî guhdar kir hat kuştin”, “Li Sakaryayê êrîş birin ser karkerên kurd”, “Cengîz Holdîgn Şemrexê dixwaze gund vala bike: Gundiyan ji bo hesasiyetê bang li raya giştî kirin”, “Polîsên KOM’ê telefonên ku bi hinceta ‘kaçax’ in desteserkirine diyarî hevjînên xwe kirine!”, “Bertîla şêwirmendê qeyûm derket hol” û “Di dema qeyûm de li şaredariyê şebekeya fuhûşê ava kirine”…

Helbet me ji ber van bedêleke giran jî da û em hîn jî didin. Heya niha malpera me 21 caran hatiye girtin. Kamerayên me, wênegirên me hatin desteserkirin û şikandin. Bi dehan hevalên me hatin binçavkirin, hatin girtin, gef li wan hatin xwarin, heqaret li wan hatin kirin û der barê wê wan de gelek doz hatin kirin. Her wiha gelek hevalên me yên ku em berê bi hev re xebitîne hîn jî girtîne.

Helbet tu hincet nikare ser kêmaniyên me jî bigire. Li Tirkiyeyeke bi vî rengî heqekî me yê ku em gazina bikin tuneye. Lewma em malavayiya xwendevan û dostên xwe dikin ku kêmasiyên me, şaşiyên me rexne kirine û rê li ber me xistin.

Helbet em dizanin em ji bo xwediyên pergalê jî cihê nerihetiyê ne. Lê em ê ji bo vê dawa lêborînê nekin. Em hene, em ê tim û tim hebin. Em li vê derê ne û em ê tim li vê derê bin.

Belê, di sê salan de gelek tişt qewimîn. Lê em ê her tim mafê nûçewergirtinê yên gelên bindest, jinan, zarokan û yên din bi hev re biparêzin. Em li vê derê ne û em ê her tim li vê derê bin…

Her bijî, ji kesên ku destana ‘çi dibe bila wê dawî muhteşem be’, her bijî ji kesên di vê rêçê de bedena xwe spartin axê û hatin girtin û xwêdanê dirijînin!

Çavkanî: MA / Sedat Yilmaz

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar