Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Em li vir in û bi hev re ne

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, têkildarî 8’ê Adarê peyama ‘Berxwedan jinan bedew dike, cîhanê diguherîne û ji me re jî ragihandinê vê kêliyê dimîne’ parve kir

Navenda Nûçeyan |

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyameke nivîskî weşand û diyar kir ku berxwedan jinan bedew dike, cîhanê diguherîne û ji wan re jî ragihandinê vê kêliyê dimîne.

Platformê di peyama xwe de ev tişt gotin:

“Bi hêz û cesareta ku me ji jinên dibêjin ‘Em hebûn, em hene, em ê hebin’ girt re li gel qirkirina jinan jî ji bo 8’ê Adarê ku em bi hêvî û bawerî pêşwazî dikin weke rojnamegerên jin em jî dibêjin ‘Em li vir in, bi hev re ne’.

Em weke jin, ji “jin azad bibe wê civak jî azad bibe” bawer dikin, di sala 2020’an a mirin hatin meşrûkirin, mafên jinan hatin niqaşkirin û bi şewbê barê jinan giranbûyî de ji Arjantîn heta Hindistanê ji Îzmîrê heta Êlihê jin li ku bin me jî hewl da ku em li wir bin.

Û me dîmenkêşa xwe ji dayikên li Êlihê hatin derpkirin, ji Îpek, Emîne, Melek, Berjîn, Asyayê û bi dehan jinên me navên wan ne hejmartin re girt, em ê bigirin. Em ji jinên li dijî kesên dixwazin her roja me tarî bikin, 8’ê Adarê vegerandine keskesorê dibêjin em jî li vir in û bi hev re ne…

Em dizanin ku wê çîroka tu jinan di nîvî de nemîne û jin bixwaze wê her tiştî biguherîne. Em gelek caran bûn şahidên vê yekê û nûçeya wê çêkir. Berxwedan jinan bedew dike, cîhanê diguherîne û ji me re jî ragihandinê vê kêliyê dimîne.

Em weke Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê hemû jinên li 8’ê Adarê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Xewnên wan xewnên me ne. Ji bo cîhaneke xweştir em dubare dikin ku ji me tu kes ne bi tenê ye. Em kesên li dijî taritiyê bi ronahiyê û baweriyê şer dikin silav dikin…”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar