Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Em lîstikên kontrgerîla bi şoreşa demokratîk pûç bikin

Salên 1970’yî li Tirkiyeyê gotina herî zêde dihat gotin ev bû ‘Amerîka bipişke, Tirkiye zekemî dibe’. Wê demê sedema vê gotinê girêdana dewleta TC’ê ya bi DYA’yê re bû. Ji salên 1970’yî heta roja me ya îro ev têkilî neguheriye, her çûye kûrtir bûye. Piştî derbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî ya plansaziya CIA’yê bû, dewleta TC’ê li gorî berjewendiyên DYA’yê ji nû ve hat sazkirin. Bingeha AKP’ê ya îro li desthilatê ye wê demê hat danîn.

AKP ya 18 sal in li desthilatê ye, bi MHP’ya ew bixwe jî projeyeke CIA’yê ye, Partiya Vatanê û hwd. re dewleta TC’ê bi rê ve dibe. Dema mirov li vê rewşê dinêre ew gotina di salên 70’yî de dihat gotin niha jî dikare bê gotin. Dikare bê gotin ku niha ‘Amerîka bipişike, Tirkiye zatûreyî dibe’ û dikare veguhere vîrûsa koronayê jî.

Bandora li Tirkiyeyê ya hilbijartinên serokatiya DYA’yê yên 3’yê mijdarê dest pê kirin vê rastiyê nîşan didin. Berî encama hilbijartina serkokatiya DYA’yê were aşkerakirin temsîlkarê taybet ê Sûriyeyê yê Trump James Jeffrey dev ji peywira xwe berda, piştre jî Trump li ser twîtterê kesên berê peywirdar kiribûn ji peywirê girtin. Li DYA’yê ev bûn, li Tirkiyeyê jî Wezîrê Maliye û Xezîneyê Berat Albayrak yê piştî Erdogan xwedî erka îmzeyê bû bi rêya înternetê dev ji peywira xwe berda.

Îstifayên li DYA’yê, girtina ji peywiran nîşaneyên têkçûna rêveberiya Trump bû, sedemên îstifayên li Tirkiyeyê jî bandora wê ya wek erdhejê bûn. Ne tiştekî veşarî ye ku benê R.T Erdogan di destê serokê DYA’yê de ye ku li Qesra Spî ye. Ji ber vê sedemê jî serokê DYA’yê biguhere dê destê bi benê wî digire jî biguhere.

Em dikarin bêjin tiştên niha li Tirkiyeyê diqewimin encamên vê geremolê ne. Ji ber vê ye ku piştî îstifaya zavayê R.T Erdogan Berat Albayrak dibe hin hewldanên din ên cuda jî pêk werin. ‘Reforma hiqûqê’ û guhertina destûra bingehîn a van rojên dawî tê nîqaşkirin jî di nav van de ye.

Îstifaya Berat Albayrak, tiştên dibe ku pêk werin, nîqaşên ‘reforma hiqûqê’ û ‘guhertina destûra bingehîn’, divê ne kes bi van kelacanî bibe û ne jî hêvî bide kesî. Ji bo bandora têkçûna Trump a li Tirkiyeyê kêmtir bikin ev tenê lîstik û fen û fûtên R.T Erdogan, Devlet Bahçeli, Dogu Perînçek û şefên wan ên li baregehên CIA’yê ne. Wekî din tu wateya vê tune ye.

Yê Efrîn, Serêkanî û Grê Spî bi dewleta TC’ê da dagirkirin, ew li Idlibê bi cih kir, li başûrê Kurdistanê cihên dagirkirî da berfirehkirin, Şingal û Qadên Parastinê yên Medyayê da bombebarankirin; yê çete û leşkerên tirk şandin Lîbya, Iraq û Qerebaxê, dîsa Trump bû. Li aliyekî ev hatin kirin li aliyê din jî desteka leşkerî, madî, dîpolmatîk û hwd. her cure destek di dema serokatiya Trump hat dayîn ji bo Tirkiyeyê.

Ev destê ku bi benê R.T Erdogan digirin diguhere û ev R.T Erdogan û hevkarên wî pir dike nav fikaran. Ew bi fikar e ku efendiyê wî yê nû wê ne wekî yê berê be û ji ber vê niha aciz e. Heta niha peywirên dane pêşiya wî di demê de pêk neaniye û ew ji ber vê ditirse ku berdêla vê yekê bide. Di ser de ji xizmeta ji bo DYA’yê bêhtir li gor berjewendiyên derdora xwe tevgeriya û bû bersûcê nelirêtî û diziyên mezin. Ji ber ku ew bi aqûbeta kesên mîna Husnu Mubarek, Zeynel Abindîn Bin Alî, Omer El Beşîr û hwd. dizanin, ew ditirsin ku heman tişt bên serê wan jî.

Îstifayên tên kirin, tiştên dibe ku pêk werin bi lîstikên xapandinê yên mîna ‘reforma hiqûqê’, ‘guhertina destûra bingehîn’dixwazin rê li ber van bigirin û amadekarî û peyam in ji bo dikaribin bi serokê nû yê DYA’yê ye Joe Biden re bixebitin. Ji ber vê ye ku piştî hilbijartina serokatiya DYA’yê tiştên li Tirkiyeyê hatin jiyîn, ji plan û lîstikên şerê taybet ên kontrgerîla wêdetir tiştek din nîn in ku ji aliyê pisporên vî karî R.T Erdogan, Devlet Bahçeli, Dogu Perinçek û hwd. tên birêvebirin. Çawa ku xwestine bi bikaranîna peyvên mîna ‘azadî’, ‘demokarsî’ dîktatoriya xwe ya faşîst a qirker sazûman bikin, niha jî di bin navê ‘reforma hiqûqê’ û ‘guhertina destûra bingehîn’ hewl didin ji qetlîam, tecawiz, dagirkerî, dizî, nelirêtî, talan û tajana qilifan çêbikin. Ji bo mirov vê bibîne û jê fêm bike tenê li tiştên pêk tên binêre bes e.

Dewleta R.T Erdogan, Devlet Bahçelî û Dogu Perînçek pêşengiya wê dikin, bi hêzên paralel ên li derveyî zagon û nêrîna xwe hatine avakirin tê birêvebirin. Saziyên fermî yên dewletê, destûra bingehîn û hwd. tenê bi şiklî hene. Dewleta ku li ser sê lingên daraz-qanûndanîn-birêvebirinê tên pênasekirin ‘xweseriya hêzan’ li holê namaye. Hemû ketine bin serweriya destekî. Wisa bûye ku meqama îdiayê, dadger û parêzer berpirsiyarî û erk di bin destê heman kesî de kom bûne.  Niha yên van hemûyan dikin, dewletê kirine yekdest, derketine behsa ‘reforma hiqûqê’ û ‘guhertina destûra bingehîn’ dikin û didin nîqaşkirin.

Bêguman ev rewş wek pêkenokan e. R.T Erdogan, Devlet Bahçelî, Dogu Perînçek û hwd. û hevkarên wan tengav bûna loma wiha tevdigerin. Bi vî awayî ew dibêjin qey wê kesên li pey wan diçin dîsa bixapînin. Ji bo vê şerekî psîkolojîk dikin. Dixwazin gelek derdoran tev li vê nîqaşê bikin da ku bigihîjin armanca xwe.

Divê haya her kesî ji van lîstik û planên kontrgerîla û şerê taybet, rûxandina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi şoreşa gel a demokratîk temam bikin. Ji bo vê şert û merc guncaw in, tenê divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin da ku van şert û mercên dîrokî veguherînin şoreşê.

Nûçeyên Têkildar