Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Em nabin cîranê hev jî!

Meseleya kurd û tirkan sedê salan di rojevê de ye. Hinek kes vê meseleyê wekî pirsgirêka kurd bi nav dikin. Yanî wekî kurd pirsgirêk bin nîşan didin. Lê di esasê xwe de ev pirsgirêkeke ku dewleta tirk derxistiye. Yanî tirk bi xwe pirsgirêk in. Eger em li rewşa Tirkiyê binêrin, wê bê dîtin ku dewleta tirk û civaka wê çi bi serê Kurdan de anîne. Ji bo qirkirina kurdan polîtîkayên taybet meşandin. Li aliyekî şerekî taybet xistin meriyetê, li aliyê din komkujî. Di encamê de kurd bi komî hatin qirkirin. Ji aliyê fizîkî, çandî û civakî ve qirkirinek li ser kurdan hat meşandin. Ev polîtîkayên qirkirinê hê jî di meriyetê de ne.

Ji bo van polîtîkayên qirêj jî hin bajarên kurdan bi taybetî hatin hilbijartin. Me ev yek li Dersim, Mereş û Qoçgirî dît. Bê çawa li wan deveran kurd û civaka elewî bi komî hatin qirkirin. Ji bo ku wan bajaran bikin bajarên tirkan polîtîkayên asîmîlasyonê meşandin. Herî dawî di erdheja 6’ê Sibatê de jî ev yek hat dîtin. Erdhejê li Semsûr, Mereş û Meletiyê da. Li wan deveran jî kurdên elewî hene. Dewleta tirk li aliyekî alîkarî neşand wan deveran. Ji bo ku xelkê wir bide koçberkirin sekinî. Dewletê hişt ku xelk di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest bidin. Piştî bi hefteyan jî berê xwe da wan deveran û ji bo ku wan deveran xera bike.

Dewleta tirk ji avakirina komarê û vir ve bi qirkirina kurdan daketiye. Ji bo ku Kurd nebin xwedî statu her tiştî dike. Di vê felaketa erdhejê de jî nasekine. Dinya alem ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûye, lê dewleta tirk ji bo qirkirina kurdan seferber bûye. Li aliyekî êrişî Rojava û Şengalê dike, li aliyê din gefan li civakê dixwe. Dewletek ew çend barbare ku di vê rewşê de jî dijminatiyê li kurdan dike.

Ev kiryarên dewletê bi polîtîkayek taybet tê meşandin. Lê civaka wê çawa vê yekê qebûl dike. Civaka Tirk sed sal in li gorî polîtîkayên dijminatiyê tevdigere. Mesela em dibêjin 20-30 milyon kurd li Tirkiyê hene û dibe ku ev hejmar zêdetir jî be, lê civaka Tirkiyê hebûna wan kurdan qebûl nake. Bi milyonan Kurd li wî welatî hene, lê naxwaze bi zimanê wî zanibe. Xwe li zimanê kurd û hebûna wan ranagire. Dema diaxivin dibêjin ti ferqa me tineye. Lê zimanê te fêm nake ango naxwaze te fêm bike. Çima bi milyonan kurd zimanê tirkî diaxivin û dizanin, lê civaka tirk naxwaze Kurdan fêm bike. Yek gotinê jî fêr nabe. Sedema wê jî dijminatî ye. Eger ne dijminatîbûya encam ne bi vî rengî bû. Li Tirkiyê xwe fêrî zimanên din dikin, lê dema mesele dibe Kurdî dijminatiyê dikin.

Li gorî tirkan û civaka wan kurd jî tirk in. Ji bo vê yekê dibêjin ma çi ferq dike. Nexêr ! Gelekî ferq dike. Ferqa me heye û di rewşeke wiha de em nikarin bibin xwişk û bira. Eger em xwiş û bira bûna wê zimanê me ne qedexe bûya. Lê li Tirkiyê zimanê me, nasnameya me û hebûna me qedexe ye. Di vê rewşê de emê çawa bibin xwişk û bira. Ma mirov zimanê xwişk û birayê xwe nizane ?

Dewleta tirk bi civaka xwe re dijminatiyê li Kurdan dike. Îro em dibînin ku bê çawa êrişî başûr û Rojava dike. Çima êriş dike ? Ji ber ku li ser sînorê Tirkiyê ne. Dewleta tirk kurdan wekî cîran jî qebûl nake. Bi her kesî re dikarin li hev bikin û dostaniyê bikin, lê bi Kurdan re dijminatiyê dikin. Di karesat û felaketan de jî ev yek naguhere. Dewleta tirk û civaka wê ti carî dev ji nijadperestiya xwe bernadin. Ji ber ku bi vî rengî perwerde bûne. Ew dibêjin hebûna me li ser tinebûna Kurdan dimeşe. Lewma cîrantiya Kurdan jî qebûl nakin. Kurdên bi wan dixapin jî hene û ew jî wenda dikin. Bila zanibin ku dewleta tirk û civaka wê cîrantiya te jî qebûl nakin. Eger ji zimanê te fêm neke û te qebûl neke, wê demê tiştekî bi hevre tineye. Em wekî wan nijadperestiyê nakin, lê emê wekî wan jî nekin û nebin…

Nûçeyên Têkildar