Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Em ne Roboskiyê ne jî qetliyamên din ji bîr dikin

Di ser Komkujiya Roboskiyê re 9 sal derbas bûn hê jî kiryar û berpirs nehatine darizandin û ceza kirin. jinên Amedê wiha gotin: “Ne tenê qetlîyama Roboskî, gelek qetlîyamên bi vî awayî li ser kurdan pêk hatine

Navenda Nûçeyan

Lê em ê tu qetlîamên ku li ser me pêk hatine ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin. Ji ber ku ew rastiya dijmin nîşan dide. Em dixwazin qetliyama Roboskî, yên beriya wê û piştî wê bên ronîkirin.”

9 sal berê di 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) de 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin. 9 sal borîn, lê hêj kiryar û berpirs nehatine darizandin. Rayedarên hikûmetê hemû sozên bi boneya kiryaran derxin holê dan malbatan jî bi cih neanîn. Piştî dadgehên li Tirkiyeyê dosyaya Roboskî red kirin, parêzeran dosya şand Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpa (DMME) û bi hinceta “hemû rêyên hiqûqa navxweyî neqediyane” hat redkirin. Ji ber dosya hat girtin parêzerên malbatên Roboskî carek din delîl kom kirin û serî li Dozgeriya Komarê ya Qilebanê dan.

Her sal, di salvegera komkujiyê de bernameya bîranîna 34 kesan tê lidarxistin. Vê gavê di salvagera Komkujiya Roboskiyê de me ji jinên Amedê nerîn girt.

‘Em dixwazin qetlîyamên wek Roboskî û yên din werin ronîkirin’

Jina bi navê Seher Tumer bal kişand ser bûyerê û wiha got: “Qetlîama Roboskiyê gelek bi êş e. Em dizanin ku kolberî bi sed salan e li ser van xakan ji bo debarê tê kirin. Ew êdî bûye mecbûriyet. Li herêmên nêzî sînor tê gotin ku ew naxwazin bi vî awayî debara xwe bikin. Lê belê ji ber rewşa aborî û xizaniyê dewlet kesan dike vê rewşê. Gelên ku li Tirkiyeyê dijîn her ku diçe dikevin qeyranek kûrtir. Kolberî yek ji rêbazên debarê ye. Dewlet jî wê tiştê dizane. Lê tevî vê jî bi bombebaranê 34 kesên piraniya wan zarok li Roboskiyê hatin qetilkirin. Dîmenên ku du kesan li ser hespan hildabûn dilê meriv dişewitandin. Lê pitî wê derket holê ku dewletê bi xwe emrê bombebaranê daye. Lê tevî van yekan tu kes nehat darizandin û cezakirin. Ji ber bê cezamayinê înkar kirina bûyerê jî hat kirin. Lê em dizanin ku malbatên Roboskiyê tu daxwazên dewletê qebûl nekirine û bi salan e şînê dikin. Em dixwazin qetlîamên wek Roboskî û yên din bên ronîkirin.

‘Gava me dît em pir li ber ketin’

Emîne Karli diyar kir ku dema wê ew bûyer ji televîzyonê temaşe kiriye gelek xemgîn bû ye û ev tişt  got, “Dilê min şewitî. Piraniya wan zarok bûn. Ji ber feqirî û xizaniyê bûn hedef. Êşa dayikên wan gelek e.”

‘Bila êş û zilmên wisa êdî bes pêk bên’

Halîme Saran jî got ku dema wê dîmen temaşe kirine gelekên wan zarok bûn û wiha berdewam kir,” Xwedî heqê wan û malbatên wan nehêle. Em hemû xemgin bûn. Bila êdî êş û zilmên wisa bes pêk bên. Jixwe hertim zilm li ser me hebû bi wan kuştin û tahdeyan jî êdî me hînê êş û kuştinê kirin e. Zarokên wan jî hebûn, lê wicdan bi wan re nema bû ku ew zilm  kirin û dilê malbatan şewitandin.”

‘Em ne Roboskiyê ne jî qetlîyamên din ji bîr dikin’

Fatma Toprak jî diyar kir ku ew bûyerên bi vî rengî napejirîneû ev tişt anî ziman: “Hikûmet mirovan dikuje. Em naxwazin tu kes bimire. Ev zilm nayê qebûlkirin.  Bûyera Roboskiyê komkujî ye. Zilmek pir mezin bû. Me di televîzyonê de dîtibû. Wan dîmenan me qeherenadibû. Çi heyf ku ew zarok hatin kuştin. Tu sûcê wan tune bû lê hatin kuştin. Erdogan xwest pere bide wan malbatan lê meriv nikare qebûl bike. Kesê ku zarokên min bikuşta min tu tiştê wî nedixwest. Em wê zilmê qebûl nakin. Li ser kurdan zilmekê pir giran heye.  Ew zarok bi sedemên pûç û vala hatin qetîl kirin. Ji bo nan û ji ber xizaniy derketin sînoran. Jixwe em kurd bi her awayî êş û zilmê dibînin, ew rûdan jî derd û kulê me zêdetir kiribû. Ne tenê qetlîama Roboskî, gelek qetlîamên bi vî awayî li ser Kurdan pêk hatine. Lê em ê tu qetliyamên ku li ser me pêk hatine ji bîr nekin û nedin jibîr kirin. Ji ber ku ew rastiya dijmin nîşanî me didin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar