Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em nebin kujerê zimanê kurdî’

Mamosteya zimanê kurdî Elîf Gemîcîoglû destnîşan kir ku xwedîderketina li zimanê kurdî dê bibe sedema pêşketina sînema û wêjeya kurdî jî. Gemîcîoglû got ku heger nifşên bê bi zimanê xwe neaxivin, ev kuştina ziman e

Mamosteya zimanê kurdî Elîf Gemîcîoglû, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî.

Gemîcîoglû diyar kir ku gelên bindest û gelên ji perwerdehiya zimanê zikmakî bêpar, bi zimanê xwe yê zikmakî naaxifin û nagihînin nifşên nû û got ku sedema sereke ya jibîrkirinê ‘neaxaftina bi ziman e.’

Gemîcîoglû da zanîn ku zarokên gelên zimanê wan tê qedexekirin bi zimanê serdest mezin dibin û ev tişt anî ziman: “Heger siyasetmedarên kurd siyaseta xwe bi kurdî bikin û bibin pêşengê kurdî, dê ev yek bandorê li civakê bike. Heger hunermend hunera xwe bi kurdî bikin û bi kurdî pêwendiyê bi gel re deynin, heger sînemaya kurdî bê çêkirin, heger nivîskarên kurdî zêde bibin dê ziman tune nebe. Kurdî, ji aliyê Komara Tirkiyeyê vê tê qedexekirin. Rastiya newindabûnê, nayê wateya ku dê ew ziman tune nebe. Heger xwedî lê neyê derketin, dê 60-70 salên din tune bibe. Ji lew re nifşê nû bi kurdî naaxive.”

Roja jinan

Di berdewamê de Gemîcîoglû anî ziman ku hilgirên sereke yên ziman jin in û di zindîbûna zimanê de jin xwedî roleke girîng e û wiha domand: “Mêr gava berê diçûn leşkeriyê, tirkî hîn dibûn. Lê jin tim bi zimanê xwe axivîne û resentiya wî parastine. Lê niha dayikên ciwan bandorê ji asîmlasiyonê û derûniya serdest digirin û pir bi zimanê xwe naaxivin. Ên hebûna ziman didomînin, di heman demê de jin in ku ziman diparêzin. Lê divê ev peywir tenê li jinan neyê barkirin. Ev peywir peywira hemû kurdan e.”

Perwerdehiya bi zimanê zikmakî

Gemîcîoglû dazanîn ku 3 zarokên xwe bi kurdî mezin kirine û gava derdikevin derve nikarin pêwendiyê bi zarokên din re deynin û zarokên li derve bi tirkî diaxifin û dayikên wan ên ew bi vî awayî mezin kirine, neheqiyeke mezin li wan kirine û ev tişt anî ziman: “Carinan gava em diçin parkê li wir 30 zarok hene, tenê 2 jê bi kurdî diaxivin. A rast gava zarok bi zimanê xwe mezin bibin, ji bo wan derfeteke mezin e. Gelek zanyar dibêjin, ‘gava zarok bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibe dê gelek zimanên din jî zû hîn bibe.”

Gemîcîoglû, behsa bîranîneke xwe ya li kurseke kurdî kir û wiha domand: “Zarok tenê bi devoka herêma xwe dizanibûn. Min mînakek da ber xwendekarekî xwe û min got ‘Ez ê bi tirkî bibêjim û tu jî biqulibîne kurdî.’ Min got ‘Ben şarki soyluyorum.’ Min jê xwest vê hevokê biqulibîne kurdî. Xwendekarê min di cî de got, ‘Ez stranan dibêjim.’ Paşê min got, ‘ka ji bo dema borî bêje.’ Got, ‘Min stran digot.’ Bi dû re min jê re got, ‘A ha îngilîzî jî wisa ye.’ Piştî vê mînakê zarokan hîn bêtir ez fêm kirim. Paşê xwendekaran ji mamosteyên din re gotine, ‘Mamoste Elîf, gava bi kurdî dibêje, em bêtir fêm dikin.’ Em di vir de girîngiya zimanê zikmakî dibînin.”

Kuştina ziman

Her wiha Gemîcîoglû destnîşan kir ku heger ziman negihêje nifşên bê, ev tê wateya kuştina ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heger ez kurdî hînî zarokên xwe nekim, ez ê ji bo pêşerojê stûneke zimên bişikînim. Belkî ew zarok bibe sînemager. Çima nebe? Heger bi kurdî mezin nekim, wê çaxê dê bi tirkî yan jî bi zimanekî din karê sînemayê bike. Wê çaxê nexwe ya ku min kiriye zirarek e, min zirar daye sînemaya kurdî. Belkî jî bibe wêjevan, bibe nivîskar an jî helbestvan. Bi vî awayî ez wan qadan jî ji holê radikim. Belkî bixwaze bi kurdî bixwîne. Wê çaxê jî ez pêşî li ber xwendevanên kurdî digirim. Ziman bingeha jiyanê û welatparêziyê ye. Yanî bingeha mirov e. Bi ya min ev kuştina ziman e. Bila her kes bi berpirsiyarî tevbigere û bila ji xwe bipirse ‘çima ez nahêlim ev ziman bijî, ez zirareke çawa didim van zarokan.'” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar