Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Em neçar in tecrîdê nîqaş bikin û holê rakin’

Sezaî Temellî diyar kir ku hewl tê dayin, tecrîda li Îmraliyê ji rojevê bê xistin û mijar ber bi aliyekî cuda ve bê kişandin

KES LI SER NEAXIVE

Parlamenterê Mûşê yê ji Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî ji ANF’ê re axivî û anî ziman, tecrîda ku divê ji aliyê her kesî ve bê nirxandin, ji aliyê kesî ve nayê nirxandin. Sezaî Temellî got, “Bi axaftina Merdan Yanardag re tecrîd careke din kete rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê. Raya giştî ya Tirkiyeyê gelekî bi xemsarî nêzî vê mijarê dibe. Ya rast, mijara herî girîng a ku siyaseta Tirkiyeyê, siyaseta herêmê ji nêz ve eleqedar dike, tecrîdkirina Abdullah Ocalan e. Ji ber ku em baş pê zanin, ku heta ev astengî li pêşiya siyaseta Tİrkiyeyê hebe, siyaset nikare azad bibe. Ji aliyê demokratîkbûnê ve jî gav nikarin bêne avêtin, rejîma otorîter xwe ji vê yekê xwedî dike.

Kes nîne ku ji vê ne aciz e, lê belê kesek vê yekê nîne ziman. Beşên mezin ên civakê qala bêhiqûqî, bêedaletiyê dikin, ji aliyê vê rêveçûna siyasetê ve gelek daxuyanî têne dayin. Lê belê kesek li ser sedemên bingehîn ên vê yekê neaxive. Ne meseleya Kurd tê axaftin, ne jî rakirina tecrîda li Îmraliyê tê axaftin ku wê bibe gava herî girîng a çareserkirina vê meseleyê.”

HEWL HATE DAYIN KU DI ÇARÇOVEYA AZADIYA ÎFADEYÊ DE ASÊ BIKIN

Temellî rexne kir ku ev mesele bi lez ji rojevê hate xistin û got, “Merdan Yanardag bi rengekî îronî mijar anî ser ziman, ji nişka ve bi lez kete rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê, lê bi heman lezê ji rojevê hate derxistin. Hewl hate dayin ku meseleyê tenê di çarçoveya azadiya îfadeyê de asê bikin. Her wiha bi gotineke welê ya nefretê kirin hedef ku yên xwestin vê nîqaşê dewam bikin careke din xwe bêdeng kirin. Raya giştî divê vê mijarê teqez nîqaş bike. Çi bi azadiya îfadeyê be, çi jî di çarçoveya mafên mirovan de be, çi li ser dewleta hiqûqê, çi jî li ser azadiya siyasî û siyasetê be divê teqez bê nîqaşkirin. Dibe ku hûn li dijî fikirên wan be, lê belê ji aliyê siyasî ve hûn neçar in ku weke muxatab bibînin. Ya ku dikeve para siyasetmedaran ev e. Di nava heyşt salên derbasbûyî de me dît ku jinedîtî hatine mijarê bi kêr nayê. Lewma ber bi pêş ve gav nehate avêtin.

Eger em hîn jî li welatekî bi pirsgirêkên cidî re dijîn, asta otorîterbûnê bilind dibe û çi ji aliyê siyasî çi jî ji aliyê aborî ve gelek bûyerên neyînî dibe para her kesî, hingî em neçar in ku gavekê biavêjin. Bi dîtina min divê em mijar bi rengekî cidî bê nîqaşkirin. Bêguman ev nîqaş jî li nava raya giştî, hemû derdoran û her derê bikin. Gelekî girîng e ku mijar hem ji aliyê hiqûqî, hem ji aliyê mafên mirovan hem jî ji aliyê siyasî ve bi gelek aliyan bê nîqaşkirin. Lê belê dema ku ev nîqaş hate kirin divê em vê yekê ji bîr nekin; mirovek heye ku 24 sal in di nava şert û mercên tecrîdê de ye. Bi her awayî mafên xwe têne talankirin. Ji bo dawî li talankirina mafên mirovan bê anîn divê her kes êdî bi înîsiyatîf tevbigere. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne. Divê neyê jibîrkirin ku ev kiryara li dijî mirovahiyê dewam dike. Lewma berpirsyariyeke gelekî mezin dikeve ser milê hiqûqnas, kedkarên tipê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar