Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Em parastina xwe biparêzin

Eger hebûnek mirov diparêze divê mirov jî wê hebûnê biparêze. Eger em wê hebûna ku me diparêze neparêzin, piştî demekê ew hebûn jî dê me neparêze. Îro em vê rastiyê şênber dibînin. Ev hebûnên ku me diparêzin û pêwiste em wan biparêzin çine. Av, ax, nan-xwarin-xurek (hemû cureyên xwarinê), çand, ziman, gor-goristan, şehîd, sinc, bîr-(hafiza) dar û ber, newal, çiya, zozan, rûbar, giha û hemû cureyên pincar û nebatan, hemû cureyên sewal û ajalan. Mirov dikare bi sedan hebûnên din wekî mînak bide.  Em çiqasî wate bidin hebûna wan û em bizanibin ku ew çiqasî me diparêzin, em ê jî ew qasî bêtir qîmet û nirx bidin wan. Em çiqasî girîngiya hebûna wan ferq bikin, em ê ew qasî wan biparêzin. Em çiqasî wan baş biparêzin; ew jî dê ew qasî me baş biparêzin.

Em hinekî van heyînên ku me diparêzin şênber bikin. Me ax û av mînak da. Eger ax û av tune be, jiyan jî nabe. Çima? Mirov hefteyekê avê venexwe dê bimre. Wê demê av me ji mirinê diparêze. Eger av tune be em ê qirêj bibin û em ê nikaribin qirêjiya xwe paqij bikin. Wê demê av me ji nexweşî û qirêjiyê diparêze. Eger av û ax tune be û av negêje axê; dê bi hezaran cureyên giha, nebat, pincar fêkî û dar û beran çê nebe. Ku ev giha, pincar û nebat çê nebin, em ê nikaribin zexîre/xurek û xwarinê peyda bikin û em ê birçî bimînin. Sewal jî dê tune bibin.

Me ziman û çand mînak da. Eger em zimanê zikmakî neparêzin, zimanê zikmakî dê tune bibe. Wê demê em ê nikaribin li dijî polîtîkayên înkar, tunekirin, tawanbarî û sucdariyan xwe biparêzin. Eger ziman tune be, em ê nikaribin diyalogê bi hev re deynin û em ê nikaribin fikrên xwe bi hev re parve bikin. Dema ku em fikrên xwe bi hev re parve nekin, em ê nikaribin serpêhatiyên xwe dewrî nifşên nû bikin. Em ê nikaribin tecrûbe, şahî û şînê xwe dewrî nifşên nû bikin. Em ê nikaribin piştevanî, şêwirmendiyê pêş bixin û em ê nikaribin hest û ramanê xwe bi hev re parve bikin û gelek gelek mijarên din…

Divê em çanda xwe biparêzin. Çima? Ji ber ku çand nasnameya me û reng û baweriya me diparêze. Teşeyê jiyana me diparêze. Dema çand tune be, dê tu taybetmendiyên jiyana me û xweseriya jiyana me tune be. Eger civakek û neteweyek di nava gerdûn û neteweyên din de ne xwedî xweserî û taybetmendî be, wê demê êm ê bibin ên din. Em ê di nava ên din de tune bibin.

Divê em sewalan û nebatan biparêzin. Ji ber ku hemû xwarina me li ser nebatan e. Hem me têr dike, hem jî hewayê paqij dike û hewaya paqij dide kezeba mirovan. Mirovan bi tenduristî û sihet mezin dike. Her wiha mirov aram û kêfxweş dike. Hêz û moral dide mirov. Jiyanê bi mirovan bêtir xweş dike. Bi vî awayî mirovan ji nexweşî, birçîbûn, bêmoralî û gelek tiştên neyînî diparêze.

Divê em sewalan biparêzin. Ji ber ku sewal bi şîr, mast, penêr, goşt, hirî, çerm, ji birçîbûn û gelek nexweşiyan diparêze. Bi hirî û çermê xwe mirovan ji serma û germayê diparêze.

Divê mirov sincê xwe biparêze. Eger mirov sincê xwe neparêze, êm ê berpirsiyariya li hemberî hev winda bikin. Ev jî dê bibe sedem ku tê têkiliya civakî qut bibe. Ji xwe yê civakê komî ser hev dike û jiyanek hevpar û sînorekî hevpar ava dike sinc e. Eger sinc winda bibe dê civak jî parçe bibe. Ji ber vê yekê divê em berî her tiştî sinca xwe biparêzin. Ji ber vê yekê ye dewlet herî zêde êrîşî sinca civakê dike.

Divê em wîcdanê xwe biparêzin. Eger em wîcdan neparêzin, li şûna em hev biparêzin û li hev xwedî derkevin, em ê bêtir hev qir bikin û tune bikin. Eger em çiqas hev tune bikin, em ê ew qas bi tenê û bê parastin bimînin.

Divê em bîr, gor, goristan û şehîdên xwe biparêzin. Bîra me dîroka me ye. Dîroka me ji bo em karibin siberojê baştir xwe biparêzin, neynîka pêşeroja me ye. Em çiqas li wê neynikê binêrin, em ê bêtir nirxên xwe yên pîroz bibînin û ew qas em ê karibin li nirxên xwe yên pîroz xwedî derkevin.

Divê em şehîdên xwe biparêzin. Ji ber ku şehîdên me ji bo parastina hemû nirxên me yên pîroz canê xwe dane. Xwe ji bo hebûna me kirine mertal û fedaî. Eger yên ji bo hebûna me xwe dikin mertal û fedaî îro çima em wan neparêzin.

Wê demê eger îro dewlet êrîşî hemû nirx û hebûnên ku me diparêze dike, divê em bêtir li dora wan bibin xelek.

Eger îro bi balafiran êrîşî şervanên azadiyê dike û wan şehîd dike, wê demê divê em bi 40-50 kesan neçin wan pêşwazî nekin. Em bi hezaran, deh hezaran bigêjin hev. Em bibin lehî û wan li ser milê xwe bi govend û dîlanê wan pêşwazî bikin û oxir bikin. Em çiqas şehîdên xwe biparêzin, ew ê bêtir me biparêzin. Ji ber vê yekê Rêber Abdullah Ocalan dibêje nirxên herî piroz şehîd in. Ev di hemû bawerî, civak û milletan de jî wisa ye. Eger wisa be çima em li şûna 40-50 kesan, bi hezaran neçin wan pêşwazî nekin. Kengî wekî salên 2000-2015’an û jê zêdetir em cenazeyên şehîdên xwe bi girseyî pêşwazî bikin; kengî em ji bo êrîşên li ser ziman her dem û li her derê bi kurdî biaxivin; wê demê em ê hemû êrîşên li ser çand, ziman û şervanên azadiyê, êrîşên li ser axa Kurdistanê jî pûç bikin. Ji ber vê yekê divê em dîsa milê xwe bidin hev û bi govend, bi dîlan parastina xwe biparêzin. Ev hêz, bîr û tecrûbeyên me jî hene. Êdî tam dema wê ye. Em parastina xwe bi hêz û xurt bikin da ku em jî bi hêz bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar