Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Em parazvanên jin û avakerên jiyana azad in’

YPJ’ê bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyaniyek weşand û got, “Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve’ Em ê xwedî li mîsyona xwe derkevin û bibin parazvanên jin û avakerên jiyana azad.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Em wek Yekîneyên Parastina Jin di 10 saliya xwe de careke din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pêşwazî dikin. Em her tim xwedî îdia bûn ku em bibin hêza parêzvan a mafê jinan û azadiya jinan. Bi boneya 8’ê Adarê careke din em sozdariya xwe nû dikin, em ê di erkên demê de berpirsyartiya xwe weke parêzvanên jin û avakerên jiyana azad bi cih bînin. Em ê bibin mîsogeriya ku hemû nirxên bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Di serî de em hemû jinên ku jiyana xwe ji bo doza azadiyê, ji bo azadiya jinan canê xwe bexşandin bi bîr tînin. Em ê şopdarê rêya wan bin.

Erdheja ku li bakurê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyeyê qewimî, êşên mezin bi xwe re anî. Êşa herî mezin jî dayik, jin û zarokan kişandin. Îsal pêşwazîkirina 8’ê Adarê bi êşên mezin pêk hat. Li pişt xwe bi hezaran qurbanî, birîndar û sêwî hiştin. Careke din aşkere bû ku polîtîkayên sîsteman ên ku tenê berjewendiyên xwe esas digirin, bûn sedema ew qas êşên mezin. Rojên pîroz ên gelan, rojên pîroz ên jinan kirin rojên tarî, êş û hesret. Ev jî îfade dike ku sîstem tu carî nikarin parêzvaniya gelan bikin. Eger gel jî birêxistinbûna xwe ya parastinê ji hemû aliyan ve nede avakirin, dê her tim di bin enqaza van sîsteman de bimînin. Bi taybet em di sedsaleke wiha de ne ku ji hemû salan zêdetir mudaxeleyek jinan dixwaze. Ji ber ku di sedsaleke di nav xwe de şerên mezin, wêranên mezin hildigire. Ev hemû bi sîstema mêr-dewletê tê çêkirin. Ên ku bikarin bibin hêzên mudaxeleyê jî jin bi xwe ne.

‘Wê têkoşîna me îfadeya soza me be’

Di roja me ya îro de jî jin gihiştin astekê bilind ku bi vê hêzê dikarin erk û berpirsyariyê bigirin, rol û mîsyona dikeve ser milê wan bi awayekî serkeftî pêk bînin. Bi taybetî jî şoreşa jin a cîhanî bi yek dengî, bi yek helwestî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ev rastî diyar kir. Herikbariya ku têde çêbû û berdewam dike baweriyek mezin da avakirinê ku, jin dikare bibe hêza mudaxeleyê. Ji bo wê jî di roja 8’ê Adarê de wê roja bilindkirina dengê ku dibêje ‘ji bo afirandina jiyanake nû, ji bo afirandina aramiya gel, ji bo parastina rûmeta mirovan, bi taybet jî wek jin em mîsogertiya wê bikin. Em wek Yekîneyên Parastina Jin em ê roja 8’ê Adarê bi êşên qurbaniyan re jiyan bikin û helwestên me wê ji bo wan ev be ku, em parêzvanên edaleta civakê, siyaseta demokratîk, doza azadiyê ne. Em ê xwedî li nirxên civakê derkevin. Wek YPJ’ê bi bilindkirina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna me li ser van rêgezan bi jiyanî bibe. Wê têkoşîna me îfadeya soza me be.

‘Wê bi pêşengiya jinên kurd azadiya jinan gerdûnî bibe’

Dîsa em hemû jinên ku îro bi têkoşîneke ji îradeya pola û berxwedaneke bêhempa ku li çiyayên Kurdistanê bi awayekî şênber dimeşînin; sekna wan a li hemberî hemû êrîşên hovane yên kîmyewî ku ji aliyê hêzên faşîst û dagirker a dewleta tirk ve tê kirin, em sekna gerîlayên YJA Starê û gerîlayên azadiyê silav dikin û em ji bo xwe weke xeta berxwedanî û sekna bi rûmet mînak digirin. Em vê seknê di dil û mejiyê xwe de jiyan dikin. Berxwedan û têkoşîna gerîlayên YJA Starê ji bo hemû jinên têkoşer û li ber xwe didin bûye mînakeke bêhempa û îlhameke mezin. Em bi ruhê têkoşîna gerîlayên YJA Star û jinên rojhilatê Kurdistanê roja 8’ê Adarê pîroz dikin. Wê bi pêşengiya jinên kurd azadiya jinan gerdûnî bibe. Careke din em ji hemû jinan re soz didin ku em ê xwedî li erkên xwe yên dîrokî derbikevin û bi vê bîr û baweriyê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve’ xwedî li mîsyona xwe derkevin û şoreşa jinan mîsoger bikin. Em roja 8’ê Adarê li hemû jinan bi bilindkirina têkoşîn û berxwedanê pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar