Şener Ozmen: Em kengî behsa nivîsîna kurdî bikin, mixabin em dibêjin, filan nîne, bêvan nîne; em dibêjin, Kafkayekî kurdan nîne, Oguz Atayekî kurdan nîne. Lê belê di wêjeyê de tiştekî wiha nabe, tu nikarî liberhevgirtineke wiha bikî!
Li paytexta almanyayê Berlînê, Rojên Çanda Kurdî dewam dikin. Atolyeya zimanê kurdî, nîşandana filma derhêner Şêro Hindê û panela “Wêjeya kurdî li welêt û derveyê welêt” jî ji çalkiyên van rojan bûn.
Akademîsyen Şerîf Derînce û Rojda Yaşik li Atolyeya Kurdî ya li Muzeya Şaredariya Kreuzberg-Friedrichschainê beşdar fêr kirin mirov çawa bi alfabeyên cihê gotinên bi kurdî dinivîse. Helbet beriya wê diviyabû ew beşdaraên fêrî alfabeyên cihê bikin. Di beşa duyem a atolyeyê de ku agahî jî li ser xisletên kurdî tê de hatin dayîn, muzîka modern û klasîk a kurdan jî mijar bû. Organîzatoran qeydiyên deng ên beriya bi sed salî jî bi beşdaran dan guhdarîkirin. Di dawiya atolyeyê de hemû beşdaran bi hev re stranek got, li ber govend gerand.
Filma modernkirina dengbêjiyê
Hema hema di heman wextê de li semta Wedding li ser rêya Lehrter, li hola sînemayê ya Filmrauschpalastê filma Darên Bî Tenê hat nîşandan. Derhênerê filmê yê ji Rojavayê Kurdistanê Şêro Hindê jî amade bû. Di filmê de çanda dengbêjiyê ya li cem kurd û ereban û awayên wê yên modern tên nîşandan. Piştî temaşekirina filmê, derhêner Şêro Hindê bersiv da pirsên xelkê. Wî got, wî hin stranên dengbêjan ên di filmê de, bi rengê ji rêûresmê jî nîşan daye, lê wî bêhtir xwestiye nîşan bide ka modernkirina wan û bi dinyayê dannasîna wan bi destê ciwanan û helbet bi daxwaza wan, çawa dibe.
Şêro Hindê wekî din got, ew niha li ser stranbêjên Şengalê filmekê çê dike. Di filmê de ew bêhtir li ser wê yekê hûr dibe, ka ferman û qirrkirin di stranên Êzîdiyên Şengalê de xwe çawa dide der. Wî got, xebatên lêkolîn û girtina dîmenan dewam dike, paşê di demeke kurt de ev film jî wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Wêje û ziman li derve û hundir
Di panela “Wêjeya Kurdî li welêt û li derveyê welêt” de jî şair Fatma Savci û nivîskar-şair û hunermend Şener Ozmen weke qisseker beşdar bûn. Panel li Rettretage ya li Mehringdamml bi beşdariya gelek mêvanan bi rê ve çû.
Savci di axaftina xwe de got, kana sereke ya ew xwe jê xwedî dike hîna jî Kurdistan e, û bi bîra xwe anî ku li bajarê lê mezinbûyî Nisêbînê, gava kesek bi Tirkî dipeyivî eyb bûye.
Em tirkî bikin der em ê bi kurdî bijîn
Qisekerê din ê panelê Şener Ozmen jî got, li ti devera dinyayê nimûneyeke fena ya nivîskarên kurd tune û wiha got: “Nivîskarên me nivîskarên zimanekî dimire ne. Em kengî dinivîsin, em dibêjin, em bi kurdî dinivîsin. Ez bi xwe, ji bo huner nanivîsim.”
Ozmen ev helwesta hanê û şiroveya xwe wiha rave kir: “Peyivîna kurdî bû mesele. Êdî jiyaneke bi tirkî hatiye avakirin. Çawa dibe ku nivîskarên kurd ên ku bi tirkî dinivîsin, bi tirkî dixwînin, bi tirkî dipeyivin, ji yên ku bi kurdî dinivîsin bêhtir li aliyê kurdan jî bi qîmettir tên dîtin! Û ev nivîskar dibêjin, ez xemgînim ji ber ku bi kurdî dinivîsim, ev ecêb û sosirmetek e. Heger nivîskarekî bi kurdî dinivîse, xelata Nobelê bistîne wê çi bibe. Hingê wê qîmetê wî çêbe, bi kurdî wê bê nivîsîn. Beriya vê bi deh salan kurdî bûbû mode. Gava ku li qehwexaneyan bi tirkî dihat peyivîn, xelk li ber radibû.”
Li ser liberhevgirtin û rexneyên derî aqlê wêjeyê jî Ozmen wiha nirxand: “Em êdî her roj bêhtir kêmasiyên xwe dibînin. Em kengî behsa nivîsîna kurdî bikin, mixabin em dibêjin, filan nîne, bêvan nîne; em dibêjin, Kafkayekî kurdan nîne, Oguz Atayekî kurdan nîne. Lê belê di wêjeyê de tiştekî wiha nabe, tu nikarî liberhevgirtineke wiha bikî! Lê belê çima pirtûkeke kurdan wernagerînin zimanekî din û bi wî zimanî nayê xwendin!”
Azadî çi ye?
Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de îro jî wê bi navê “Azadî çi ye?” panelek li ser têgeha azadiyê ya jinên di nava tevgera azadiya kurd a li rojava de hebe. Jinên kurd wê bi filmeke kurt jî bersivê bidin pirsa jinên ji welatên rojavayî ya “azadî çi ye”. Wê sohbetek bi beşdariya nûnereke Tevgera Jinên Kurd jî çêbe. BERLÎN