Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bîlançoya sibata 2023’yan ya êrîşên dijî DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew di warê têkoşîna dijî DAIŞ’ê de pişta xwe bi hêzên navxweyî û HSD’ê ve girê didin.
CENTCOM’ê ragihand ku wan li Iraq û Sûriyê di meha sibatê de 48 operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîne. Hate gotin ku di encama operasyonên bi hêzên hevbeş re 22 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 14 jî hatin girtin. CENTCOM’ê diyar kir ku 4 leşkerên wan û kuçikekî wan jî di operasyona de birîndar bûne.