Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Em şervanên şehîd Sara ne’

Gerîlaya YJA Starê Viyan Soran diyar kir ku weke şervanên şehîd Sara di her gavê de dê têkoşîna wê dewam bikin û wiha got: “Hevala Sara rastiyeke welê ya jiyanê afirand ku kes nikare tune bike.”

Gerîlayên jin ên li nava refên YJA Starê şer dikin, li ser xeta berxwedanê ya şoreşgera mezin Sara (Sakîne Cansiz) tevdigerin û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ber xwe didin. Yek ji van gerîlayên ku li dijî êrîşan têdikoşe jî Viyan Soran e.

Gerîlaya YJA Starê Viyan Soran anî ziman ku ew hêza berxwedanê ji têkoşîna Sarayan digirin û wiha got: “Em hemû şervanên hevrê Sara ne. Weke jineke şoreşger, ji bo azadiya jinan hemûyan bi wêrekiyeke mezin şer kir. Bi daxwaz, îrade û berxwedana xwe tevgera jinan a azad ava kir û li tevahiya cîhanê da nasandin. Her kesî fêhm kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe. Ya jî mirovahî nikare azad bibe. Ji ber vê yekê hevrê Sara pêşenga me ye û rêya ber bi azadiyê ve nîşanî me daye.”

Gerîla Soran bal kişand ser bandora Sara ya li ser artêşa jinan û ev tişt anî ziman: “Zor û zehmetiyên heyî bi xeta têkoşînê ya hevala me Sara ji holê tên rakirin. Hevala Sara bi îrade û wêrekiya xwe li tevahiya cîhanê hat naskirin. Em hebûna xwe di kesayetiya hevala Sara de dibînin. Me nasnameya jin a azad di şexsê hevala Sara de nas kir. Eger em îro li çiyayên Kurdistanê bûne artêşeke çekdar, ev yek bi saya keda hevala Sara ye. Wê rêya rast nîşanî me da. Ev yek ji bo me hem destpêkeke hem jî sedema me ya serketinê ye.”

Bibin xwedî îrade, wêrekî û gavên mezin biavêjin

Viyan Soran ragrihand ku wê şehîd Sara tenê carekê dît lê belê mîna ku her kêliyê bi wê re bû hêz jê wergirt û ev tişt anî ziman: “Bedewiya hevala Sara bandoreke mezin li min kir. Hîn jî ew heybetiya wê li ber çavên min e. Di nava civakê de gotinên weke ‘por dirêj aqil biçûk’ ên ji bo biçûkxistina jinan tên bikaranîn. Hevala Sara bi kesayetiya xwe ya xurt derewên sîstema baviksalar hemû aşkera kir û nîşanî tevahiya cîhanê da ku rastî çi ye. Rastî ew e ku jin bi hebûna xwe ya azad dikare pêşengiyê ji civakê re bike û dikare civakê biparêze.

Hevala Sara timî hêz û wêrekî da jinan ku ji xwe bawer bikin û xwedî sekneke xurt bin. Tim digot ‘Bibin xwedî îrade û wêrekî, gavên mezin biavêjin’. Em jî weke şervanên hevala Sara di her gavê de em ê têkoşîna wê dewam bikin. Ji çiyayên Kurdistanê heta zindana Amedê û her qada Ewropayê li dijî êrîşên dijmin em ê berxwedaneke dîrokî bimeşînin. Ji ber vê yekê ji bo jinan hemûyan rêya azadiyê destnîşan kir. Hevala Sara ji bo me eşqa jiyanê ye. Gelek kesan hewl dan têkoşîna hevala Sara tune bikin lê belê wê jiyaneke welê azad a xurt ava kir ku hêza kesî têrê nekir ku tune bike.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar