Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

‘Em şîrê xwe li kesên ku piştgiriyê didin dagirkeran helal nakin’

Komîteya Dayikên Laçik Spî yên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî da û wiha got: “Li gel me dayikan, tu cudahî di navbera gerîla û pêşmergeyan de nîn e, em xwe weke dayikên hemû ciwanên ji bo azadiyê têdikoşin dibînin. Em şîrê xwe li yên ku piştgiriyê didin dagirkeran jî helal nakin.”

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina tevahî xaka başûrê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê jî ya li hemberî dagirkeran bi biryardarî dewam dike. Hikûmeta Başûr û Iraqê hemberî dagirkeriyan bêdeng in. Lê di nava civak û raya giştî de roj bi roj nerazîbûn zêde dibin.

Komîteya Dayikên Laçik Spî yên Başûrê Kurdistanê, li parka Dayik a bajarê Silêmaniyê kombûn û derbarê dagirkerî û êrîşên dewleta tirk de daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Dayikan di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo ku şer di navbera gerîla û pêşmerge de çêbibe, pêşmergeyan dikin hedef, bi balafiran komkujiyan pêk tînin û PKK’ê sûcdar dikin û ev tişt diyar kirin: “Em weke dayik, tu cûdahiyê naxin nava pêşmerge û gerîlan. Em xwe weke dayikên hemû ciwanên ji bo azadiyê têdikoşin dibînin. Em şîrê xwe li yên ku piştevaniyê didin dagirkeran jî, helal nakin. Gelê Başûr dizane ku armanca dewleta tirk, çêkirina şerek di navbera kurdan de ye. Mafê hemû netewek heye ku bi azad, li ser xaka xwe bijî û ji êrîş û dagirkeriyan xwe biparêze. Gelê kurd jî ku bi salane êrîş li ser tê kirin, tenê xwe parastiye û tu carî êrîş nekiriye ser xaka tu welatek.

Xaka me dişewitînin, talan dikin, bi neheqî rez û daristanan dişewitînin. Me li ser xaka me penaber dikin. Xwe weke xwediyê xaka kurdan dibînin û di nava kurdan de aloziyê çêdikin.”

Dayikan bi van xalan bang li gelê kurd û parlamentoya Iraqê kirin:

“Ji bo leşkerên tirk ji başûrê Kurdistanê werin derxistin, kar bikin.

Rê nedin şerê di nava kurdan de çêbibe.

Talankirina xweza û xaka Kurdistanê rawestînin.

Bila serdana malbatên ku ji ber bombebarana dewleta tirk penaberbûne, neyê astengkirin.”

Piştî daxuyaniyê dayik li ser heman mijarê berê xwe dan ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê, tê payîn li wir bi parlamenterên Iraqê re bicivin û daxuyaniyek were dayîn. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar