Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Em şopdarê şehîd Zîlan in’

Cizîr di 27’emîn salvegera şehadeta şehîd Zîlan de ew bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Divê jinên ciwan hîn bêhtir fikir û felsefa Rêbertî nas bikin û bibin şopdarê rêya azadiyê ya Zîlanan. Yê ku bihêle têkoşîn hîn xurtir bibe û li ser lingan bisekine vîn û îradeya jinan e.”  

Gerîlaya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Elefteriya Gabar Cizîr bi wesîleya salvegera 27’an a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) ji ANF’ê re axivî.

Gerîla Elefteriya Gabar Cizîr di destpêka axaftina xwe de ev tişt got: “Di serî de di 27’emîn salvegera şehadeta Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) de û di şexsê şehîd Gulan û şehîd Zîlan de şehîdên meha Hezîranê hemûyan bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Bi têkoşîn û berxwedana xwe em her tim şopdarê rêya wan hevalan e. Hevrê Zîlan bi fedayîtiya xwe û hezkirina xwe ya ji jiyanê îspat kir ku her tiştî dikare bike. Bi fikir û felsefa Rêbertî bû yek, rastiya ku didît, xwest ku wê rastiyê bi fedayîtiya xwe ya jiyanê îspat bike. Ev yek di çalakiya xwe de jî îspat kir. Hêza jinan di dîrokê de hatibû veşartin, bi çalakiya heval Zîlan ev hêz ji tarîtiyê xilas bû. Hevrê Zîlan bi yekbûna xwe ya bi pêvajo û Rêbertî re, da diyar kirin ku tu zihniyet nikare hêz û îradeya jinan bixe bin serweriya xwe. Di roja îro de bi hezaran heval bûn şopdarê rêya heqîqeta Zîlan û navê xwe jî kirin Zîlan. Heta vê kêliyê jî li pey şopa Zîlanan li çiyayên azad têdikpoşin. Heta dawiyê jî em ê bibin şopdarê rêya azadiyê ya şehîd Zîlan û bibin layiqê keda hemû şehîdan.”

‘Divê tevahî jinên ciwan bibin şopdarê heqîqeta Zîlan’  

Cizîr bal kişand li ser bandora Zîlan a li ser gelan û jinan û got: “Dibe ku Heval Zîlan şervana salekê bû, lê hêz û dilsoziya wê ya bi jiyanê re her tim ji me re nimûne ye. Bi sedan jinên ciwan bûn şopdarê rêya Zîlan, mîrateya wê dewam kirin û gihiştin asta şehadetê. Mînak di vê mehê de Şehîd Zîlan Pepûle, Zîlan Makû pir hevalan navê Şehîd Zîlan rakirin û bi sekna xwe ya berxwedêr bûn şervanên Şehîd Zîlan. Divê tevahî jinên ciwan bibin şopdarê heqîqeta Zîlan ku bikaribin mîrateya heval Zîlan dayî pêşiya me, em xwedî li wê mîrateyê derkevin. Di heman wextê de ji pêvajoya heyî re bibin bersiveke xurt. Dema ku tişta heval Zîlan gotî me fêm kir, wê demê em dikarin hîn bêhtir pêvajoyê û Rêbertî jî fêm bikin, da ku em jî bigihîjin rêya azadiyê ya ku Zîlan ava kiriye.”

‘Em bibin layiqê keda tevahî şehîdên Kurdistanê’  

Gerîla Elefteriya Gabar Cizîr destnîşan kir ku divê ew hîn zêdetir têbikoşin û ev bang kir: “Rola ku dikeve ser milê me jî ew keda ku şehîdan dane, em hîn bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin û bibin layiqê keda tevahî şehîdên Kurdistanê. Agirê şoreşê em hîn gurtir bikin. Divê jinên ciwan hîn bêhtir fikir û felsefa Rêbertî nas bikin û bibin şopdarê rêya azadiyê ya Zîlanan. Yê ku bihêle têkoşîn hîn xurtir bibe û li ser lingan bisekine vîn û îradeya jinan e. Ez bang li jinan hemûyan dikin ku xwedî li vê şoreşê û keda wê derkevin. Em xwedî li Rêbertiya xwe derkevin, xwedî li şehîdên xwe derkevin û em nehêlin xwîna şehîdên me li erdê bimîne. Ez tevahî şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim û ez ê heta dawî têbikoşim, da ku bibim layiqê keda wan Şehîdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar