Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Qosera Mêrdînê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan çapemeniyê. Komê di bin dorpêça polîsan, maşînayên zirxî de daxuyanî dan. Endam û rêveberên HDP’ê ya navçe û bajêr û malbatên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê pankarta ‘Em Tecrîdê Bişikînin, Faşîzmê Hilweşînin’ vekirin û dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin.
Hevserokê HDP’ê yê bajêr Salîh Kuday daxuyanî da û wiha got: “Îşkenceya îktîdara AKP’ê gihiştiye asta herî jor. Em dibin şahidê rewşa wê ya herî qirêj. Êrîşên li dijî muxalîfan zêde kirine. Li ser kurdan, li ser sazî, partî û komeleyên wan ango li ser zanîngehan gefên mezin hene. Tecrîda girankirî ya li girtîgehan ku demek dirêj e di rojeva me de ye berdewam dike. Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye. Ji bo em bibin dengê wan ji em ê li qadan bin û bibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû. MÊRDÎN