Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Em tecrîdê qebûl nakin û dimeşin Gemlîkê’

HDK, KCD, HDP, TJA, DBP û MED TÛHAD-FED’ê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku wê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar bixin. Wê meş di 12’ê Hezîranê de bi şîara ‘Li hemberî siyaseta tecrîdê, ji bo parastina azadiyê em dimeşin Gemlîkê’ were lidarxistin. Ji bo meşê daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin.

Civîn li Navenda Giştî ya HDK’ê hat lidarxistin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, hevserokê TÛHAD-FED’ê Zekî Baran, nûnera TJA’yê Eylem Sarûca û parêzvanên Buroya Hiqûqê ya Asrinê tev li civînê bûn.

Teksta hevpar a saziyan ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz hat xwendin.

Di metna hevpar de ev tişt hat diyarkirin “Tirkiye di dîroka xwe de di warê siyasî, îktîsadî û çandî de ketiye serdema xwe ya herî bi krîz. Desthilatdarî dixwaze vê krîza piralî ji ser krîza global bigire lê em dizanin ku sedema vê rewşê ev e ku Tirkiyeyê krîza xwe ya hebûnî tevlî krîza pergala kapîtalîst a global kiriye. Ber bi têketina sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê de yek ji sedema herî bingehîn a krîza pergalî jî ev e ku nekariye doza Kurdan bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike. Çaresernekirin ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê bûye amûra teslîmtendina mûxalefeta civakî. Çareserî jî ev e divê desthilatdariya heyî têk biçe û li welat aştî, aramî û azadî pêk were

Rêzdar Ocalan hay ji van xetere û dek û dolaban heye û ji sala 1999’an û heta niha bi perspektîfa Aştiya Civakî û Komara Demokratîk xwest polîtîkaên şer û jihevdûrxistinê ya desthilatdariyê pûç bike. Wî li hemberî berjewendiyên partî û desthilatdariyê berjewendiyên gelan, kedkaran, jinan, baweriyan û xwezayê bi cih kir. Di nava 23 salan de ku ew li Îmraliyê ye, li hemberî her cure fikr û îdeolojiya li dijî civakê, wî berjewendiyên civakê parast û hê jî diparêze.

Li gorî vê rastiyê, Girava Îmraliyê li dijî feraseta mêtingerî û kolekirina gelan, bû qada têkoşîna bingehîn a azadî û demokrasiyê. Hîn jî xwedî roleke bi vî rengî ye. Bi esasî, polîtîkaya êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bi kêrî rejîma faşîst tê, lê belê li dijî têkoşerên azadî, edalet û wekheviyê ye. Lewma em dibêjin ‘Tecrîda li Îmraliyê veguheriye dorpêçkirina civakê, tecrîdkirina civakê’.

Di dîroka me ya nêz de tê dîtin ku dema li Îmraliyê hevdîtin û diyalog tê kirin, li Tirkiyeyê çanda demokrasiyê bi pêş dikeve. Lewma em dibêjin, helwesta li dijî tecrîda li Îmraliyê, helwesta ji bo afirandina aştiya civakî ya pirsgirêka Kurd e. Ev helwesta aştiya civakî tê wateya parastina paşeroja demokratîk û hevpar a gelan. Lewma li dijî vê sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê, divê em ji aliyê polîtîk, exlaqî û hiqûqî ve helwesteke berfireh nîşan bidin.

Welatên ku pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û diyalogê çareser dikin, asta wan a pêşketinê li holê ye. Li gel vê yekê jî, li dijî siyaseta şerxwaz a desthilatdariyê ku hîn jî di siyaseta tecrîdê de israr dike û di bin navê ‘operasyona derveyî sînor’ de vê siyasetê dimeşîne, em polîtîkaya ku jiyana xwezayî û hemû nasnameyên bindest diparêzin dimeşînin û em ê vê yekê dewam bikin.

Birêz Abdullah Ocalan 23 sal in di nava tecrîdeke giran de li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ji 25’ê Adara 2021’ê dema ku birayê wî Mehmet Ocalan pê re axivî û heta niha agahî jê nayê girtin. Ev rewş ji bo me cihê fikaran e, em vê rewşê qebûl nakin û me gelek caran anîn ziman ku ti carî qebûl nakin. Ji bo em vê fikara xwe û nerazîbûna xwe nîşan bidin di 12’ê Hezîranê de bi dirûşma ‘Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin’. Bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê meşa me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar