Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em tenê dixwazin tecrîd bi dawî bibe’

Halef Yîgît (25) ku 141 roj in di greva birçîbûnê de ye, piştî ku duh hat berdan çalakiya xwe li mala xwe ya Qoserê didomîne. Yîgît diyar kir ku ew ji bo xwe tiştekî naxwazin, tenê dixwazin tecrîd bi dawî bibe û da zanîn ku çi dibe bila bibe heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiya wan bidome

Halef Yîgît (25) ku ji 5’ê çileyê ve li Girtîgeha Tarsûsê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bû, duh piştî ku hat berdan çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê didomîne. Ji ber çalakiya wî di asta herî krîtîk de ye, bijîjkan ew hişyar kir ku rêwitiyê neke û jê xwestin ku li nexweşxaneyê bê razandin. Yîgît vê xwesteka bijîjkan red kir, amabûlansekê hat mala xwe ya Qoserê û li odeya ku malbata wî jê re amade kiribû hat bicihkirin.

Yîgît têkidlarî girîngî û wateya çalakiya greva birçîbûnê axivî û diyar kir ku ew ji bo xwe tiştekî naxwazin û wiha got: “Armanca me şikandin û bidawîkirina tecrîdê ye. Dema me bihîst em ê bikevin grevê, em gelekî kêfxweş bûn. Di encamê de çalakiyeke ku em pê şanaz dibûn bû. Hemû hevalên me ji bo ku di koma destpêkê de cih bigirin derketin pêş. Min jî di 5’ê çileyê de bi dildarî li Girtîgeha Tarsûsê dest pê kir.”

Kenê hevalekî jî moral dide me’

Di axaftina xwe de Yîgît da zanîn ku ji ber rewşa hevalên xwe ne kêfxweş e ku hatiye berdan û wiha domand: “Tecrîd hê jî didome, me tecrîdê neşikandiye. Min hevalên xwe jî hişt û hatim. Aliyê manewî yê berdewamkirina çalakiyê ya li girtîgehê mezin e. Li wir kenê hevalê hevalekî jî moral dide mirov, kêfşxweş dike. Ji ber ji hevalên xwe veqetiyam gelekî xemgîn im.”

Dewlet tengijiye

Yîgît anî ziman ku ji bo wan rakirina tecrîdê ji tenduristiya wan girîngtir e û wiha qala çalakiya greva birçîbûnê kir: “Çalakiya me encam digire. Dewlet paşde gav diavêje. Me dît ku piştî 8 salan parêzeran bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Bi vê çalakiya me dît ku dewlet çiqas ditengije. Çalakiya me li her dera cîhanê berbelav bûye. Ji ber vê sedemê dewlet tengijî û neçar ma ku gav biavêje. Lewra çalakiya me mezin dibe.”

Jiyan berxwedan e

Her wiha Yîgît destnîşan kir ku daxuyaniya parêzeran a têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bê dayîn ji bo wan gelek girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çi dibe bila bibe dê çalakiya me bidome. Lewra em zanîn ku jiyan berxwedan e.”  MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar