Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em Tirkiyeyê hişyar dikin ku rêya lê diçin şaş e’

Li Mêrdînê di roja 50’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de parlamenter Perdo Dundar axivî û wiha got: “AKP’ê biryara şer daye. Vê îktîdarê mejiyê xwe xwariye. DYA’yê bi helwesta xwe pêşî li DAIŞ’ê vekir. Em Tirkiyeyê hişyar dikin ku rêya lê diçin şaş e.”

Çalakiyên Nobeda Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê 50 roj li pey xwe hişt. Li Mêrdînê jî Nobeda Demokrasiyê di roja 50’emîn de li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek kes amade bûn. 2 tûrîstên hatin Mêrdînê û xwestin li qada çalakiyê wêne bikişînin, rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan wêneyê ku tûrîstan kişandibûn jê birin.

Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî û wiha got: “Tirkiye ji bo bikeve bakur û rojhilatê Sûriyeyê, gefan dixwe. AKP’ê biryara şer daye. Vê îktîdarê mejiyê xwe xwariye. Niha Tirkiye li pey komployeke mezin e. Bi vê komploya şer xwe amade dike ku têkeve axa Rojava. Di nava vê komployê de destê welatên Ewropa û DYA’yê jî heye. DYA dibêje ‘Ez ê tev li operasyonê nebim.’ Bi vê yekê peyama piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Ev biryara şer dê Tirkiyeyê weran bike.”

‘DYA pêşî li DAIŞ’ê vedike’

Bi domdarî Dundar bal kişand ser rewşa DAIŞ’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîroka DAIŞ’ê diyar e. Dîroka DAIŞ’ê dîroka komkujiyê ye. DYA, berpirsiyariya DAIŞ’ê dide Tirkiyeyê. Bi vê yekê rê pêşiyê li DAIŞ’ê vedike ku DAIŞ ji nûve zindî bibe. Tirkiye dixin nava şerekî dijwar. Dixin nava girava şer a li Rojhilata Navîn. Em Tirkiyeyê hişyar dikin. Ev rê rêyeke şaş e û jê vegerin.”

Nobed bi çepikan bi dawî bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar