Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Êm û ka pir buha bûne

Welatiyên gundê Dêzê yê Colemêrgê diyar kirin ku buhayê êm û kayê pir zêde bûne û ji ber pezê wan têr êm naxwe di dema zayînê de ber davêje an jî piştî zayînê karik û berxikên wan dimirin

Li gundê Dêzê û mezrika Kêrîser ê Colemêrgê, welatiyên debara xwe bi sewalvaniyê dikin, destnîşan kirin ku buhayên êm û kayê pir zêde ne û ji ber vê nikarin sewalên xwe xwedî bikin. Welatiyan, bilêv kir ku ew kîsê 50 kîloyî yê êm bi 70 lîreyî dikirin û zivistanê serê sewlê 600 lîre mesref dibe. Welatiyan, destnîşan kir ji ber ku sewalên wan têr êm naxwin an berdavêjin an jî piştî dizên karik û berxikên wan dimirin.

Şêniyê gundê Dêzê têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Gundiyê bi navê Kadîr Gunduz bilêv kir ku ji ber sewalên wan têr êm naxwin ber davêjin an jî karik û berxikên wan dimirin. Gunduz, diyar kir ji ber ku qedexekirina zozanan û nexweşîna şarbonê gelek sewalên wan mirine û got: “Em nikarin bêjin sewalên me bi temamî ji vê nexweşînê xelas bûne. Havînê ji ber nexweşînan û qedexekirina zozanan, sewalên me baş nayên xwedîkirin û ji ber vê dema dizên berxik û karikên wan dimirin. Gelek berxik û karik ji ber lawaz in dimirin. Ên mayî jî pir zeîf in.”

Gunduz diyar kir ku her diçe buhayê êm û kayê zêde dibe û got: “Tonek ka zêdetirî hezar lîreyî ye. Ji ber ka tenê têr nake, em êm jî didin wan. 50 kîlo êm bi 70 lîreyî ye. Lêçûna pezekî 600 lîre ye. Lê wexta em difiroşin, em heqê xwe nastînin.”

Şêniyê mezrika Kêrîserê Sedat Yîgît jî, bilêv kir ji ber zozan hatine qedexekirin gundî bizinan xwedî dikin û wiha got: “Ji ber em nikarin biçin zozanan, em bizinan xwedî dikin. Helbet xwedîkirina miyan çêtir e, lê belê ji ber şertên heyî em bizinan xwedî dikin. Emîn Yîgît jî, anî ziman ku ji meha sibatê pez dizê û sewlên baş nayên xwedîkirin dimirin. Yîgît bal kişand ser bihabûna  êm û wiha got: “Ez her roj 6 kîlometre rê dimeşim. Ji ber niha wextê zayîna sewalan e em li wan miqate ne. Em mecbûr in baş êm bidin wan. Tekane debara me sewal in, loma em bi şev û bi roj li wan dinihêrin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar