Li girtîgehan girtiyên PKK û PAJK’î di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.
Dayikên Aştiyê yên Gevera Colemêrgê jî bal kişandin ser tecrîdê û xwestin rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin.
Dayika Aştiyê Emîne Engudar anî ziman ku ji roja ku tecrîd dest pê kiriye heya niha şer nesekiniye û bang li Wezareta Dadê kir ku tecrîdê rake. Engudar diyar kir ku ji bo êdî mirov nemirin divê tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Piştî Ocalan hat tecrîdkirin mirin û girtin zêde bûn. Heya tecrîd hebe dê mirov bimirin.”
Dayika Emîne bi bîr xist ku ji ber şer li girtîgehan hejmara girtiyan jî zêde bûye û ev tişt anî ziman: “Kî got ‘ez kurd im’ hat girtin. Em dixwazin aştî û aramî çêbibe, em dixwazin her kes azad bibe. Îktîdar, derbarê kurdan de çi hebe tecrîd dike. Em aştiyeke mayinde dixwazin.”
Bang li dayikan kir
Dayika Aştiyê Gulçîn Karabûrk diyar kir ku kurd hemû tên tecrîdkirin, ji ber şerê heyî dilê wê peritiye, lewma naxwaze kesên din biêşin û wiha got: “Em her tim li dijî şer in. Zext û zorî li ser gelê kurd hene. Dixwazin girtîgeh serî bitewînin. Ne tenê Ocalan, em gişt tên tecrîdkirin. Îktîdar dixwaze gelê kurd muhtacî wî be. Lewma divê Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê rabin ser pêyan. Em naxwazin di grevên birçîbûnê de kes bimire û em dixwazin tecrîd bê rakirin.”
‘Deriyên girtîgehan vekin’
Dayika Aştiyê Guzel Îşbîlîr jî ev tişt anî ziman: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. Çi dibe bila bibe divê Ocalan azad bibe, bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Bila her kes azad bibe. Em azad bibin. Êdî em naxwazin zarokên me bimirin.” COLEMÊRG