Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em vê zîhniyeta faşîst ji Komkujiya Zîlanê nas dikin’

Di roja 39’emîn de jî li Wanê bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û got ku zîhniyeta yekperest her tim rûyê xwe yê qirêj nîşanî kurdan daye û wiha dom kir: “Em vê zîhniyetê di Komkujiya Zîlanê de nas dikin. Heman polîtîka îro ji hêla hikûmeta AKP’ê ve tê meşandin. Divê li dijî vê zîhniyetê, em eniya demokrasî û wekheviyê xurt bikin.”

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxa îsal de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya Nobeda Demokrasiyê dabû destpêkirin. Çalakî di roja 39’emîn de jî li Wanê hate lidarxistin.

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya Wanê îro bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mensur Işik, Berdan Ozturk, Nûran Îmîr, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci, hevserokên navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesan hate lidarxistin.

Polîtîkayên îmha û înkarê

Di çalakiyê de pankarta ‘Ne îradeya qeyûm, îradeya gel’ hatibû vekirin. Di çalakiyê de hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk axivî. Ozturk anî ziman ku di dîrokê de gelek mînakên polîtîkayên îmha û înkarê yên li dijî gelê kurd hene û wiha got: “Zîhniyeta yekperest her tim rûyê xwe yê girêj nîşanî kurdan daye. Em vê zîhniyetê di Komkujiya Zîlanê de nas dikin. Heman siyaset îro ji hêla hikûmeta AKP’ê ve tê meşandin. Bi xespkirina şaredariyên me re ji xwe careke din nîşan dan ku vîna gelê me nas nakin.”

‘Belavkirina eniya demokrasiyê di krîmînalîzekirina HDP’ê de dibînin’

Ozturk da zanîn ku tu bingeha îdiaya ‘Ji Qendîlê re pere şandine’ ku weke sedema tayînkirina qeyûman hatibû nîşandan, nîne. Ozturk wiha domand: “Tu delîl di destê wan de nînin. Di esasê xwe de li vir stratejiya demokrasiyê ya HDP’ê ya di hilbijartina 31’ê adarê de hedef tê girtin. Li dijî faşîzmê, hêzên demokrasiyê di 23’yê hezîranê de bûn bersiv. Belavkirina vê eniyê, di krîmînalîzekirina HDP’ê de dibînin. Li Tirkiyeyê niha li aliyekî eniya faşîst û tekperest, li hêla din jî eniya demokrasî û wekheviyê heye. Divê li dijî faşîzmê em hêza xwe xurtir bikin.”

‘Divê em ji firsendên heyî sûd wergirin’

Di berdewamê de jî Ozturk bal kişand ser girtina endamên KCD’ê û hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev, qirkirina siyasî ye. Biryara der barê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de jixwe rewşa darazê radixe ber çavan. Tirkiye niha di nava krîzekî aborî û siyasî de ye. AKP ji vê aloziyê sûd digire. Her alozî û krîz ji bo hêzên demokrasiyê firsendan diafirînin. Ger ku em firsendên heyî baş bikar bînîn, ew dê tune bibin.”

Piştî axaftinan, çalakiya rûniştinê dest pê kir. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’, ‘Em ê serî hildin û bi ser bikevin’ û ‘Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin. Piştî çalakiya rûniştinê jî girse bi stran, tililî û çepikan belav bûn. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar