Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Em wext dikujin an wext me dikuje?

Wext/Dem û jiyan hev temam dike. Wext/Dem hebe jiyan heye. Jiyan hebe wext heye. Cihê ku wext û jiyan lê hebe liv û tevger, guherîn û veguherîn, hilberîn û pêşketin  heye. Herikîn, zindîbûn û nûbûnek heye. Lê cihê wext/dem tune be, jiyan jî tune mirin heye. Sekn û sekan heye. Cemidandin heye. Mirovan her tim jiyana xwe li gorî wextê bi rêxistin û bi teşe kiriye. Li gorî demsalan, mehan plan û bername danîne pêşiya xwe. Her çandinî û çotkariyek demek wî heye. Her xwarinek demek wê heye. Her welidîn, hilberînek jî demek wê heye. Mirov her tim xwe li gorî wext û demê bi rêxistin kirine. Ne ku dem/wext li gorî xwe bi rêxistin kirine. Eger mirov li gorî herikîna wext tev negerin û xwe bi plan nekin, dê di jiyana wan de gelek vahiyên ku şûna wan neyên tijîkirin pêş bikevin.  Ji ber ku wext di jiyana mirovan de cihekî sereke û taybet digire, pêşiyan li ser wext gelek gotinên dîrokî gotine.

Dema em çend mînakan bidin: “Kuştina demê kuştina jiyanê ye”, “Lêçûna herî mezin xerçkirina demê ye”, “Hem jîn dike, hem dikuje”, “Hem kujer e, hem afirîner e”, “Taloqkirin, kuştin e” “Wext tu car paşve venagere” “Tiştek dubare najî.”

Wext/dem liv û tevger e. Guherîn û veguherîn e. Jiyan e. Azadî ye. Wext/Dem çiqas bi plan û bername derbas bibe, jiyan ew qas geş û xweş derbas dibe. Jiyan ew qas têr û tijî, rengîn û dewlemend derbas dibe. Lê dem çiqas vala û pêlan derbas bibe, jiyan jî ew qas bê berhem, bêtam û bêdeng derbas dibe. Kesên qîmeta jiyanê zanibin divê qîmetê demê jî zanibin.

Birêvebirina demê, birêvebirina jiyanê ye. Kesên bixwazin bigêjin armanca xwe û jiyanek serkeftî derbas bikin, divê berî her tiştî qedr û qîmetê wext/demê baş zanibin. Eger kesên qîmeta wext nizanibin, wext jî qîmetê nade jiyana wan.

Wext tu carî valahiyê û taloqkirinê efû nake. Valahiştina wext, kuştina wext e. Beyarhiştina wext e. Dema ku mirov li zeviyekê çandinî û cotkariyê dike û piştî çend meh û demsalan li heviyê radiweste, demek şûnde berhemê xwe kom dike û jê sûdê digire. Lê eger mirovek zeviya xwe beyar bihêle û çandiniyekî neke, ew zevî çend meh, demsal û sal derbas bibin jî tu berhemî nade xwediyê xwe. Dem jî wisa de eger di jiyanê de mirov xewtê xwe vala derbas bike. Vî wextê vala ji temenê xwe dikuje.

Ji ber ku wext diherike û ji bo kesan ku ew vala derbas kiriye hêsirên çavan nabarîne. Kesên ku wext vala derbas dike, bêyî di ferqê de be wî wextê vala qetil dike. Ji ber vê yekê wext jî vê valahiya ku kes ava kiriye, ji jiyana wî kesî qut dike. Em çiqas qedr û qîmet bidin wext, em ew qas qedr û qîmet didin jiyana xwe. Em çiqas wext rast û baş birêve bibin, em pêşeroja xwe ew qas baş û rast bi rêve dibin. Eger em dixwazin pêşeroja xwe baş bi rêxistin bikin û bigêjin armanca xwe, wê demê divê berî her tiştî  em wextê xwe baş bi plan bikin û valahiyê nedin avakirin. Kesê qedrê paşeroja xwe nizanibe, dê qedr û qîmetê îro û siberojê jî nizanibe. Ji ber ku dema borî avêneya siberoja me ye.

Îro modernîteya kapîtalîst ji bo zêde hilberîna mal û milk pêş bixe. Ji bo zêde koleyan ava bike qîmetek mezin dide wext. Kesên pergala modernîteya kapîtalîst birêve dibin, naxwazin kesên di xizmeta wê de cuda bifiririn û hilberinên cuda pêş bixin. Dixwaze hemû fikr û wextê wan ji bo mezinkirina berhemên kapîtalîzmê be. Em îro çiqas wexta xwe bi berhemên kapîtalîzmê xerç bikin, em ew qas dibin qatilê jiyana xwe. Ji ber ku em ew qas wextê xwe vala xerç dikin. Ew wextê ku em vala xerç dikin, bêyî ku em di ferqê de bin ew wî wextî qetil dikin. Ew wextê ku em qetil dikin jiyana me bi xwe ye. Lewra bêyî ku me di ferqê de bin, di şexsê demê de em jiyana xwe qetil dikin. Em xwe qetil dikin.

Îro yên ku herî zêde qetir û qîmet bidin wext/demê, beriya her tiştî divê sazî û rêxistinên ku doza demokrasî, azadî, wekhevî, edaletê dikin bin. Eger îro wekî sazî û rêxistinên têkoşîna demokrasî, wekhevî û edaletê dimeşînin em qedr û qîmetê wextê nizanibin, ew wext û dema ku derbas bûye dê pergala modernîteya demokratîk tijî bike. Dê li gorî xwe û lijî me tijî bike. Dê rê li pêş jiyana me bigere û li şûna jiyanê mirin, koletî, bindesetî û teslîmeyetê li me ferz bike.

Ka em hinekî li ser xwe bifikirin. Em wextê xwe çawa li ku û li çi xerç dikin. Em çiqas kar û barê xwe taloq dikin. Em çiqas valahiyê di wext/jiyanê de ava dikin. Her kes hinekî li ser vê mijarê raweste û bifiker. Werin em piçekî em bifikirin ka em wexta xwe çawa bi rêve dibin. Em çiqas wext/jiyana xwe  qetil dikin…

Nûçeyên Têkildar