Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Em xwediyê hêza têkbirana bi hezaran fîrewn û Saddaman in’

Mele û alimên kurd têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin: “Serkeftin û xelasiya me kurdan û taybetî jî azadiya serokê me, di hevgirtin û yekitiya me de ye. Heke em parçe parçe nebin, em xwediyê hêza têkbirana bi hezaran fîrewn û Saddaman in.” 

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind de tê ragirtin û girtiyên din ên Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de, 31 meh in agahî nayê girtin. Mele û alimên kurd bertek nîşanî vê yekê dan û daxwaza bidawîkirina tecrîdê kirin.

Serkeftin û xelasiya me di hevgirtin û yekitiya me de ye’

Mele Zekî Korkmaz anî ziman ku tecrîd peyveke erebî ye û tê wateya veqetandina kesekê/î ya ji derdor, malbat û mirovan. Korkmaz got ku tecrîd di îslamiyetê de qet nîn e û da zanîn ku dewlet jî li gor destûra xwe ya bingehîn tevnagere. Korkmaz ji bo têkbirina tecrîdê jî got ku divê kurd bibin yek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne qanûnên Xwedê, ne yên xiristiyan, ne yên cihuyan û ne jî yên Ataturk bi kar naînin û qanûnên wan qanûnên kêfî ne. Serkeftin û xelasiya me kurdan û taybetî jî azadiya serokê me, di hevgirtin û yekitiya me de ye. Divê demildest ji bo tecrîd, aşitî û edaletê ji bawermend û siyasetmedaran komîsyonek bê avakirin. Ji bo rakirina tecrîdê çi rê û rêbaz hebin em bi kar bînin.”

Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser me tevan e’ 

Mele Mehmet Saît Yuksel jî bertek nîşanî tecrîdê da û got ku ev tecrîd li ser rêber û pêşengê gelekî ye. Yuksel anî ziman ku nêzî 50 milyon mirov ji Ocalan bawer dikin û fikrên wî dipejirînin. Yuksel destnîşan kir ku yên li gor Qûranê diçin kurd in û wiha got: “Tecrîd tiştekî xerab û nerast e û di tû olan da jî nîne. Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser me tevan e. Heta em ji hev qetandî bin, em ji serokê xwe nebawerbin, em ê ji hêla kesên din ve bên birêvebirin. Heke serokê gelekî di bin tecrîdê de be, bizanin ku hemû gel di bin tecrîdê de ye. Her tişt bi yekitiya kurdan pêkan e. Ji me re kurd û kurdayetî lazim e. Divê em û siyaseta me  bi hev re tekoşînê bidin. Heke em parçe parçe nebin, em xwediyê hêza têkbirana bi hezaran fîrewn û Saddaman in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar