PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Em yekitiya 1605 malbatên girtiyan ava bikin

Dermanê her tiştî YEKITÎ ye. Yekitiya gelê kurd. Yekitiya Gelan. Yekitiya baweriyan, yekitiya hêzên demokratîk, yekitiya rojnamegeran, yekitiya ekolojîstan, yekitiya jinan, yekitiya kedkaran, yekitiya karkeran, yekitiya cotkaran, yekitiya esnafan û yekitiya malbatên girtiyên nexweş… Eger beşek civakê mafên wan ên demokratîk, zagonî û rewa tê binpêkirin û hêzên serdest li şûna çareseriyê betir pirsgirêkê mezin bike, divê berî her tiştî ew beşa civakê di nava xwe de yekitiyê xurt bikin. Divê berî her tiştî ew beşa civakê ji bo mafê xwe biparêzin û bi dest bixin, xwe bi rêxistin bikin. Ev rastiya xweza û jiyanê ye. Tecrubeyên dîrokê vê rastiyê nîşanî me dide. Çima YEKITÎ? Ji bo em yek bi yek wekî girtiyê nexweş ê 67 salî Îsa Gultekîn li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin. Ji bo em yek bi yek wekî Emîne Şenyaşar li pêş Edliyeyê bi tenê nemînin. Ji bo em yek bi yek wekî Leyla Guven, Omer Faruk Gergerlîoglu neyên girtin û girtîgehan tijî nekin. Ji bo em yek bi yek neyên kuştin, neyên windakirin…

Li gorî rapora ÎHD’ê li girtîgehan hezar û 605 (1605) girtiyên nexweş hene. Bi salan e Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê têkildarî rewşa girtiyên nexweş her şemî Çalakiya Rûniştina F li dar dixe. Dixwaze girtiyên nexweş bêne berdan. Dîsa Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş her şemî li ÎHD’a Enqereyê daxuyaniye didin. Malbat her roj balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û dixwazin girtiyên nexweş bêne berdan. Lê mixabin ji ber deng naçe kes û rayedaran, heri dawî Îsa Gultekîn ê 67 salî ku 28 sal in girtî bû jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapor û daneyên ÎHD’ê ya sala 2020’an li girtîgehên Tirkiyeyê 604 girtiyên bi nexweşiya giran hene. Bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî vê rapora 2020’an li girtîgehan 27 girtiyên nexweş ji ber ku nehatin berdan û nehatin dermankirin li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 3 mehên 2021’an bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Disa girtiyekî nexweş piştî hat berdan, di demek kin de jiyana xwe ji dest da.

Li girtîgehan girtiyên nexweş nayên dermankirin. Yên diçin nexweşxaneyê jî wan 14 rojan di qarantînaye de dihelin. Girtiyên nexweş, piştî diçin nexweşxaneyê, 14 rojan bi tena serê xwe di hucreyan de têne hiştin. Ji ber vê yekê êş û nexweşiyên wan bêtir giran dibin. Disa dermankirina gelek girtiyen nexweş bi hinceta şewb heye nayên dermankirin. Ji bo girtiyên nexweş nikarin ji Zagona Înfazê sûdê bigirin û nayên berdan, dîsa nikarin ji raporên nexweşxaneyan ên “Nikare li girtigehê bimine” sûdê bigirin her salê bi dehan girtiyên nexweş ên siyasî jiyana xwe ji dest didin.

Mixabin li pêş çavên me tevan girtiyên nexweş dimirin. Rewşa girtiyên nexweş bi rapor û daneyan li pêş çavan e. ÎHD her sal herêm bi herêm raporên girtigehan bi raya giştî re aşkera dike. Hemû partiyên siyasî, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, rêxistinên civakî yên mafê mirovan, demokrasî û edaletê diparêzin tev ji rewşa girtiyên nexweş agahdar in. Hemû malbatên girtiyan ji rewşa girtiyên nexweş agahdar in. Li ruxmê hemû malbat, parazvanên mafên mirovan û partiyên siyasî yên muxalif ji vê rewşê agahdar in û nerazibûnên xwe tînin ziman jî lê ji bo çareseriyê gavan navêjin.

Tenê bi raporan, bi daxuyaniyan û bi bangê rê li pêş mirina girtiyên nexweş nayê girtin. Tenê bi bertekên rojane girtî nayên berdan. Hikumet jî bi bang û bertekên rojane gavan navêje. Wê demê divê hemû kesên xwedî heman daxwaz û bertek in berî her tiştî dengê hev bibhizin. Divê berî her tiştî bibin yek. Eger em ji daxwazên xwe û mafdariya xwe bawer dikin divê em bibin yek. Kengî em bûn yek em ê karibin re li pêş mirina girtiyên nexweş bigirin. Eger em dixwazin rê li pêş mirin, girtin, revandin û kuştinê bigirin divê em bibin yek. Na ku em vê yekê naxwazin jî wê demê em ê biçin yek bi yek.

Nûçeyên Têkildar