Ziman bi kampanyayan nayê parastin. Bi bangê jî nayê parastin. Ziman bi axaftin, xwendin, nivîsandin û perwerdehiyê tê parastin. Eger mirovên neteweyekî bi zimanê xwe neaxivin û çanda xwe nejîn nikarin zimanê xwe biparêzin. Ji bo ku ziman bê parastin û hebûna xwe berdewam bike divê zarokên wî neteweyî teqez bi zimanê zikmakî biaxivin û perwerde bibin. Divê zarokê wî neteweyî teqez fêrî çanda xwe bibin û li gorî pîvanên çanda xwe bijîn. Eger zarok çanda xwe nejîn û tenê bi zimanê xwe bi axivin jî, dîsa piştî çend sal şûnde dê ziman ji bîr bike. Li şûna peyvên kurdî dê piştî çend salan peyvên tirkî bi cih bibin. Ji bo wê divê mirov ji çand û zimanê xwe hez bike. Divê ji çand û zimanê xwe şerm neke. Divê em bi ziman û çanda xwe bijîn. Divê ne li dibistanan li malan em zarokê xwe fêrî zimanê xwe bikin. Ne li dibistanan li malan em fêrî çand û kevneşopiya xwe bikin.
50 roj berê bi pêşengiya Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk dihat, li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi civîneke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Hevserokên HDP û BDP’ê jî di nav de serokên partiyên siyasî yên kurd, rêveberên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîjkên Amedê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek zimanzan û rewşenbîrên kurd tev li civînê bûbûn. Ev kampanya ku 50 roj berê hatibû destpêkirin ji bo rayedarên hikûmetê û dewletê têxe nava liv û tevgerê hatibû destpêkirin. Hem wekî rexneyekê û hem jî wekî rexnedayinekê ev kampanya hatibû destpêkirin.
50 roj berê armanc kiribûn ku di demek kin de zêdeyî milyonek îmze kom bikin û daxwaza milyonan kesan a ji bo perwerdehiya ziman bigînin hikûmetê. Lê li gorî agahiyên rêveberên saziyan heta niha bi deh hezaran îmze hatine komkirin. Yanî hêz 100 hezar îmze nehatine komkirin.
Ji bo ku dewlet gavan bavêje û daxwazên me li ber çavan bigire, divê em di daxwazên xwe de bi israr bin. Divê em ji daxwazên xwe bawer bikin. Berî her tiştî divê em daxwazên xwe têxin meriyetê. Em li daxwazên xwe xwedî derkevin û daxwazê xwe biparêzin. Armanca me ku parastin û pêşxistina ziman be, divê li dijî astengî û qedexeyên li ser ziman em bertekên hişk nîşan bidin. Em ne nakok bin. Em hem mafê ziman bixwazin û hem bi tirkî biaxivin nabe. Hem ziman bixwazin û hem ziman fêrî zarokên xwe nekin nabe. Hem ziman bixwazin û hem bi çanda ên din bijîn nabe. Hêj duh qeyûmê Farqînê, nivîsa kurmancî û kirmanckî ya li ser Tabela Şaredariya Farqînê rakir û tenê nivîsa tirkî hişt. Piştî qeyûm tayînî şaredariyan kir, navê hemû bajar û gundan hatin guhertin. Li welatê ku qeyûm, wezîr û rayedarên dewletê ji bo tunekirina ziman di nava xebatê de bin û armanca wan tunekirina Kurdî be, gelo dê çiqas daxwazên me pêk bine. Li welatê ku Wezareta Perwerdehiyê di nava hezaran mamosteyên kurdî de tenê 3 mamosteyan tayînî beşên Kurdî bike dê çiqas encam bigire. Ji bo daxwazê me pêk bîne jî em çiqas bi dengekî bilind, berz û zêde bang dikin.
Ji bo wê yekê divê beriya em ji yên hemberî xwe bixwazin, em bi xwe biaxivin û fêrî axaftinê bikin. Em bi xwe bijîn û fêrî jiyanê bikin. Ku em nekin û tenê bixwazin, tu kes daxwazên me pêk nîne. Li şûna pêk bîne dê astengiyan derxe. Pratîka vê yekê jî li ber çavan e.