Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em zehmetiyan dikişînin lê tiştekî qezenc nakin’

Cotkarên silqok û kartolan diçînin diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetên gubre, mazot û ceryanê xisirîne û gotin ku ew zehmetiyan dikişînin lê tiştekî qezenc nakin

Li Taxa Koyender a navçeya Pasîn a Erziromê cotkarên ku silqok (pincara şekir) û kartolan diçînin, bal kişandin ser bihabûna fiyetên mazot, gubre û ceryanê û gotin ku ew zehmetiyan dikişînin lê tiştekî qezenc nakin.

Cotkar Suleyman Korûcû anî ziman ku ew her sal 50 donim kartol diçîne lê îsal ji ber bihabûna fiyetên mazot, gubre û ceryanê 5 donim çandiye. Korûcû da zanîn ku gava wan kartol çandiye tovê wê bi 4 lîreyan kiriye, lê belê niha kartolan bi lîreyekê difiroşin û wiha got: “Heqê keda me bi dest me nakeve. Îsal serê donima kartolan 2 hezar lîre mesrefê me çû. Ji ber vê bihabûnê êdî em nikarin çandiniyê bikin. Tenê ji bo erdê me beyar nemîne, em diçînin. Navbeynkar bi lîreyekê ji me distînin bi 4 lîreyan difiroşin.”

Berê her kes cotkar bû

Cotkar Îsmaîl Atmaca destnîşan kir ku îsal xisirîne û da zanîn ku dewletê tovê kartolan bi 4 lîreyan daye wan û serê saetê bi 40 lîreyî avê ji sondajênd ewletê dikirin. Atmaca bal kişand ser bihabûna ceryanê û ev tişt anî ziman: “Tona gubre bi 3 hezarî, lîtreya mazotê bi 6 lîreya û saeta ceryanê jî bi 40 lîreyî ye. Û em jî kîloya kartolan bi lîreyekê didin. Ma ev heq e? Em bi her awayî zehmetê dikişînin, lê qezenc nakin.”

Destekê nadin cotkaran  

Salih Tiryakî ku silqokê diçîne anî ziman ku îsal ji ber ziwabûnê berdarî ji sedî 40 kêm bûye û tiştek qezenc nekirine. Tiryakî bal kişand ser zamên tên kirin û wiha domand: “Li gundê me 150 mal hene, lê tenê 5 jê silqokê diçînin. Wekî din derameteke me tune ye. Em qezenc bikin jî nekin jî em ê biçînin, çimkî em mecbûr in an jî em ê birçî bimînin. 18 sal in ev hikûmet li ser kar e. 18 sal in ji hilbijartinê heta hilbijartinê soz didin. Tên dengê xwe digirin lê ne av heye ne jî destek. Parlementerê AKP’ê yê Erziromê Recep Akdag beriya hilbijartina herêmî hat gund û got dê 400 roj şûnde meseleya avê bê helkirin. Lê çûyîn ew çûyîn bû. Careke din çavê me pê neket.” ERZIROM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar