Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawa ye?

3’yemîn danişîna doza malbata Şenyaşar a ku di êrîşa parazvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de bav û 2 kur hatin kuştin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin.

Ji malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar, kurê wê Ferît Şenyaşar ê ne girtî tê darizandin û hin endamên malbatê tev li danişînê bûn. Li gel endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleay Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji baroyên Riha, Enqere, Amed, Dîlok û Meletiyê jî gelek parêzer di salona danişînê de amade bûn.  Di heman demê de hin kesên ji malbata Yildiz û parêzerên wan jî beşdarî danişînê bûn. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu, wekilê berê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyik jî xwestin beşdarî danişînê bibin lê destûr nedan ku wekîl û sendîkavan beşdarî danişînê bibin.

Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê girtî ye bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Dîsa birayê wekîlê AKP’ê Yildiz ê girtî jî bi SEBGÎS’ê ji girtîgeha li dimîne tev li danişînê bû.

Ferît û Mehmet Şenyaşar ên di danişîna berê de parastina xwe kiribûn, parastinên xwe yên berê dubare kirin û daxwaza edaletê kirin. Dayik Emîne Şenyaşar di dadgehê de mafê axaftinê girt û xwest bi axive. Lê Şenyaşar ji ber girîna zêde nekarî biaxive û tenê daxwaza berdana kurê xwe yê girtî kir. Dayik Şenyaşar, di dewama danişînê de, li derve danişîn şopand.

Piştre di danişînê de, dîmenên êrîşa li dijî malbata Şenyaşar a li cihê kar hat temaşekirin. Dayika  Şenyaşar di dema temaşekirina dîmenan de, şandeya dadgehê ji salona danişînê derxist derve.

‘Ewraqên kêm hene’

Ji parêzerên Şenyaşar Hîdayet Enmek dûre di danişînê de mafê axaftinê girt û ev parastin kir: “Bûyerên li cihên kar hatin jiyîn bi awayekê organîzekirîbûn. Di destên hemû kesên êrîş pêk anîn de çek hebûn. Qeydên tapeyên telefonê yên di dosyayê de li holê ne. Lê ev qeyd hatine birîn. Em dixwazin dozgerê Rihayê temamiya van qeydan bixe dosyayê. Dîsa em dixwazin ewraqên di dosyayê de bên temamkirin. Di danişîna derbasbûyî de me li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê daxwaza belgeyan kiribû. Ev belge dîsa ne şandine. Di van belgeyan de nêrînên şahidan hene. Di warê teknîkî de qeydên tapeyan hene. Divê ev belge ji dadgehê re bên şandin. Di heman demê de girtekên li cihê bûyer hatine girtin jî, ne di nava dosyayê de ne. Divê ev belge di dosyayê de bên bicihkirin.”

Şandeya dadgehê dûre biryar da ku belge û mijarên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin, girtina Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz dewam bike û danişîn taloqî 20’ê Mijdara 2020’an kir.

‘Ka edalet’

Dayika Emîne Şenyaşar piştî bi dawîanîna danişînê rewşa wê ne baş bû û ji edliyê bi girî bi gotina ‘Edalet li ku derê ye’ derket derve. Şenyaşar hirsa xwe anî ziman û wiha got: “Hevjînê min li ber çavên min kuştin. 2 lawên min li nexweşxanê qetilkirin. Kurekê min jî kirin girtîgehê. Niha ji serbest bernadin. Ma kurê min çi kiriye? Gelo çima qeydên kameraya nexweşxanê dernaxin holê? Ma ev e edaleta we? Qatil li derve ne, kurê jî girtiye. Êdî bes e. Ev edaletek çawa ye.” MELETÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar