Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin

Emîne Şenyaşar ku polîsan li pêş çavên wê lê kurê wê dan, wiha got: “Zarokên min beriya 3 salan kuştin, îro jî xwestin Ferît bikujin.”

Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi xizm û parastvanên xwe êrîş biribû ser malbata Şenyaşar. Di êrîşê de hevjînê Emîne Şenşayar û 2 kurê wê û kekê Yildiz hatibûn jiyana xwe ji dest dabûn. Nobeta bi daxwaza ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a ji ber vê êrîşê li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 24’emîn de didome. Polîsan êrîşê nobetê kir. Dema êrîşê polîsan Ferît Şenyaşar bi erdê ve kaş kirin û ji ber vê Şenyaşar hêrs bû û ji ser hişê xwe ve çû. Li ser vê Şenyaşar rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan.

Dayika Ferît Emîne Şenyaşar ku li pêş çavên wê polîsan li kurê wê dan, van kêliyan ji Ajansa Mezopotamyayê re vegot. Dayikê diyar kir ku polîsan wan bi zorê ji hewşa edliyeyê derxistine û wiha got: “Di nav girseyê de polîsek bi lez hat û bi qirika Ferît girt. Bi êrîşa vî polîsî re Ferît xwest xwe biparêze. Lê 4 polîsan wî bi zorê erdê ve kaş kirin. Dema ku Ferît bi erdê ve kaş kirin hêrs bû û polîsan bi pihînan li dan.  Min kir qêrîn û min got gazî ambûlansê bikin. Lê kesî gazî nekir. Bi deqeyan bi pihînan li Ferît dan. Me dovîzên ku li ser wan edalet dinivisîne jî dernexistibû. Hatin xwestin me bikujin. Ji bo ku Ferît ji nav dest û lepê wan derxim min hewl da. Dema ku destê xwe kirin stuyê wî min got wê bişikînin. Zilma ku zarokê min ên kuştî kirin, xwestin îro bi Ferît bikin. Ji xwedê natirsin. Destûr nedan ku kes dîmen bikişîne.”

‘Zilmeke mezin li me hat kirin’

Şenyaşar dubare got ku edalet nîne û ev tişt anîn ziman: “Dema ku em li benda encama daxwaznameya ku me dabû bûn, zilmeke mezin li me hat kirin. 24 roj in em rûdinin, lê êrîş li me tê kirin. Bi salan e kurekî min jî di hucreya yekkesî de ye. Êdî bes e. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek pêk hat. Çima dozger dîmenan vedişêre? Bila qeyd derkevin holê, heke em sûcdar bin bila her du kurên min ên din jî bigirin. Heta ku qeyd derkevin holê em ê li ber derê edliyeyê bin. Heta ku saxbim ez ê doza edaletê bikim. Dozger naxwaze me bibîne. Me çi kiriye? Zarokên min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, em li benda edaletê ne. Kesên me qetil kirine ji xwe re digerin. Kesên zarokên min kuştin bigirin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar