Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...
Çarşamba - 16 Ekim 2024

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Emrê te jî zêde nemaye!

Serhed Botan |

Îro rejîma faşîst û dagirker ê tirk kartê xwe yê dawî dilîze; guhertin û pêşketinên ku li navxwe û ji derveyî Tirkiyeyê diqewimin, bi taybetî binketina wan a li Garê her roja ku diçe baştir nîşan dide ku rejîma faşîst û qirker di pêvajoya ser bi jêriya xwe de ye û hildiweşe.

Lewre ji bo ku bikare siyasetên xwe yên dagirker û qirker li hemberî gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê birêve bibe, serî li her deverê dide ku piştewaniyê bidest bixe û bi vî rengî temenê xwe dirêj bike; lê êdî hevalbendên wî yên di qada navdewletî de weke berê nikarin piştgiriyê bidin wî. Hevalbendên wî jî naxwazin rûyê wî bibînin; ji ber ku wê dizanin temenê wî qediyaye û dê sibe qirêjiyên wî derkevin holê. Lewma heya ji destê wan bê xwe jê dûr dikin. Mirov dikare wê rewşê di rûyên wan û gotinên wan ên dema daxuyaniyan didin de bi hêsanî bibîne. Weke çîroka zarokê ku ji dayika xwe re dibêje ‘yadê li kral binêre, kral tazî ye’, êdî zarok jî bi rastiya wan a dermirovî hesiyaye.

Vêca em vegerin ser mijara xwe. Yên heya îro bi tu awayî dest ji piştgiriya wan bernedaye, bêguman nokerê wan ê bêşerm û rû PDK-malbata Barzanî ye. Niha me bi yek du gotinan diyar kir ku sedemê nêzîkatiyên dewletên hevalbend ên dewleta tirk a dagirker çi ye, wate ew tê famkirin. Baş e sedema piştgirîdayîna PDK’ê ya ji bo rejîma faşîst û dijminê kurd û mirovahiyê ango tifaqa Erdogan û Bahçeli yê xwînxwar çi ye? Çima piştî derketiye holê ku tu sûdeke wan a ji bo malbat û heta takên Barzaniyan jî nîne, lê hê jî didomînin?

Bersiva vê pir hêsan nebe jî, lê ewqasî jî ne zehmet e. Bersiv di maskeya derewîn a ku weke navekê xapîner bikar tînin de veşartiye. PDK; di tu demekî dîroka wan de weke pêvajoya dawî rastiya wan derneketiye holê. Ji ber ku îro pir aşkera xuya dike ne partî, ne demokrasî û ne jî kurdistanîbûn hiştine. Li gorî kirdarê ku raber dikin û em bûne şahid, bi yek gotinê em wê xalê derbas bikin; îro bûne ‘çeteyên dîktator ên Tirkiyeperest’. Di vir de pêwîst e mirov bêje ku ev feraset û dijminatî ne ya giştî ye, belku tenê ya mejiyê reş û teng ê ferdên malbata Barzanî ye ku tu wateyek ji bo kes û alîgirên welatarêz ên ji bo azadiya Kurdistanê di çarçoveya hestek paqij û welatparêzî de di bin sîwana PDK’ê de xwîna xwe rijandin û ked dane nehiştiye. Ji ber ku ew jî yek ji wan bingehên avabûna ev hemû destkeftên ku niha li başûrê Kurdistanê heyî ye. Lê mixabin îro ew jî ji ber yekdestiya xayînên di nava PDK’ê de li ber metirsiyek mezin de ne.

Dîsa bi vê re sînordar nemane; pêşwazî li celadê gelê kurd ê Rojava Herîrî dikin, baş e qey ev dîrok û hafizeya civakî dê li hemberî wê jî ker û lal bimîne!? Yan jî hemû rojê ji bo ku destkeftek neteweyî ya kurdan mîna Rojava, Şengal, Mexmûr û heta statûya Herêma Federal a Kurdistanê jî nemîne, çi ji destê wan tê dikin, ji ber ku şef ferman daye wan û divê pêk bînin.

Her wiha bi siyaseta xwe ya radestgirtin û bêîradekirina civakê ya li ser qada aboriyê birêvebirinê, dixwazin civakê bi birçîbûnê re terbiye bikin. Gund valakirin, aboriya xwemalî têk dan û gelê başûrê Kurdistanê fêrî mûçeyan kirin, bi vî rengî dixwazin meyla civakê li gorî xwe diyar bikin û wê wek çekekê li hemberî civakê bikar bînin û bikin garantiya mayîndebûyîna xwe. Niha dibe ku bê pirsîn gelo ev çi mejiyekî reş e ku wiha li gelê ku xwe li ser pişta wan mezin kirî dike. Ya rastî gelek kes ên li herêma di bin desthilatdariya PDK’ê de dijîn vê pirsê ji xwe dikin, ya girîng ev e ku mirov li hemberî wê bertek nîşan bide û pêşî li wê rewşa metirsîdar bigire. Ango ji wê netirse ku dibêje ‘ger ez li hemberî wan derkevim vê debara min qut bike û ez ê birçî bimînin’; ma qey beriya PDK’ê û rejîma Baasê birçîbûn hebû? Berevajî niha birçîbûn heye. Jixwe ev demek dirêj e ku mûçeyan jî nadin. Divê ev hişmendî pêş bikeve “Tu ne hewcedarê hikûmetê yî, berevajî hikûmet hewcedarê te ye.” Ger ev hişmendî pêş bikeve wê pirsgirêkên aboriyê jî bi xwe çareser be. Ji ber ku pirsgirêka bingehîn ne bi aboriyê bi azadiyê heye. Heya ku azadî pêk neyê û welat ji destwerdan û dagirkeriya dewletên mîna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê rizgar nebe dê ne tenê di qada aborî de, belku di hemû qadên civakê de wê pirsgirêk bidomin û heta mezintir bibin.

Di dawiyê de em dikarin wê bêjin ku me birîn dîtiye; niha dema dermankirina wê ye. Rêbazên dermankirinê pir aşkera ne; hem li hemberî siyasetên dagirker û qirker ên dewletan bêdeng nemînin, hem li hemberî siyasetên nokerî û qirêj ên rêveberên dijî şoreş ên PDK’ê ango malbata Barzanî rawestin û ji hemûyan girîngtir jî em yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Bi vî rengî em dikarin birînên xwe bipêçin û pêşeroja xwe diyar bikin û destkeftên xwe biparêzin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar